Tirkiyê barê 2 balafiran çek û cebilxane şand Iraqê
Bexda (Rûdaw) – Tirkiyeyê di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de 2 balafir çek û teqemenî şand Iraqê.
Hat ragihandin ku 2 balafirên leşkerî yên ji curaya C-130 yên alîkariyên leşkerî tê de yên Tirkiyeyê gihîştin Baregeha Asmanî ya El Mesenna ku 20 kilometra dûrê rojhilata Bexdayê ye.
Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Faruk Kaymakçi ew alîkarî radestî rayedarên Wezareta Parastinê ya Iraqê kir.
Di daxuyaniya ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê hatî weşdandin de wiha hat gotin:
“Tirkiyeyê him di çarçoveya li şerê dijî DAIŞê û di bin bane hevpeymaniya navdewletî, hem di asta dualî de, di mijara terorê de her dem ligel gel û Hikûmeta Iraqê ya dost û bira bû û dê ligel wan be. Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û bihevrebûna Iraqê çi ji destê wê bê dê bike û piştgiriya xwe berdewam bike."
Ev alîkariya leşkerî rojeke ji beriya serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Ismet Yilmaz bo Bexdayê pêk tê.
Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge bo operasyona rizgarkirina Mûsîlê amadeyiya xwe didkin.
Parêzgerê Mûsil Esil Nuceyfî ji Rûdawê re gotibû Tirkiyeyê di operasyona Mûsîlê de alîkariy Iraqê bike.