Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Zû ji Rojhilata Navîn derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn kir ku ji ber "rîskên cidî yên ewlehiyê" di dema herî zû de ji wan welatan derkevin.
Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Berpirsa Kar û Barên Konsulxaneyê Mora Namdarê li ser Xê daxuyaniyek belav kir.
Namdarê ragihand ku wezaretê hişyariya ewlehiyê ya ji bo welatên Rojhilata Navîn nû kiriye.
“Demildest derkevin”
Mora Namdarê bangî welatiyên Amerîkayê yên li 15 welatên Rojhilata Navîn kir ku ji ber "rîskên cidî yên ewlehiyê" demildest ji wan welatan veqetin.
Lîsteya welatan
Di parvekirinê de lîsteya wan welatên ku rîsk li wan heye hat eşkerekirin.
Ew welat ev in:
Behreyn, Misir, Îran, Îraq, Îsraîl, Filistîn, Urdin, Kuweyt, Libnan, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûriye, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Yemen.
Bilanço
Piştî operasyona Îsraîl û Amerîkayê ya 28ê Sibatê ku Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek rayedarên payebilind kiribûn hedef, birêvebiriya Tehranê dest bi bersivdayînê kiribû.
Supaya Pasdaran a Îranê, li gel Îsraîlê xalên stratejîk ên li Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt û Behreynê bi mûşek û dronan kiribûn hedef ku baregehên Amerîkayê li wan hene.
Li gorî amarên dawî yên Heyva Sor a Îranê, di bombebaranên li seranserê welêt de heta niha 555 kes mirine û 747 kes jî birîndar bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku dibe operasyon heta bigihe armancên xwe "çend hefteyên din" biajo.
Li herêmê geştên asmanî yên sivîl bi temamî rawestiyane.