Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku li paytext Riyadê bi 2 dronan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Zerera madî çêbû
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî tesbitên destpêkê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê rûbirûyî êrişa 2 dronan bûye.
Hat destnîşankirin ku di encama êrişê de li avahiyê şewateke biçûk derketiye û zerera madî çêbûye.
Hişyariya ji bo welatiyên Amerîkayê
Li aliyê din, Balyozxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bangî welatiyên Amerîkayê yên ku li Erebistana Siûdî dijîn hat kirin ku li cihê xwe bimînin û dernekevin derve.
#VÎDEO - Îranê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya Riyadê (Erebistana Siûdî) kir pic.twitter.com/KEjFFxqHtx
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse