Qeter: Nûçe ne rast in, Patriotên me xelas nebûne

Hewlêr (Rûdaw) - Qeterê ragihand, nûçeyên ku dibêjin pergalên parastina mûşekî yên Patriot ên di envantera artêşê de xelas bûne ne rast in.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Navneteweyî ya Qeterê, li ser nûçeya Bloombergê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Bloombergê îdia kiribû ku mûşekên Patriot ên di destê artêşa Qeterê de xelas bûne.

“Mûşekên me têra me dikin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergalên parastina mûşekî yên Patriot di destê artêşa Qeterê de xelas nebûne û bi qasî têrê bike hene.

Hat destnîşankirin ku artêşa Qeterê gelek caran şiyana xwe ya parastina welêt a li dijî gefên derve nîşan daye.

Rayedaran diyar kir ku artêş amade ye ku hemû welatiyên Qeterê û niştecihên li welêt biparêze.

“Ev tevger ne berpirsyarî ye”

Di daxuyaniyê qala rewşa hestyar a herêmê hat kirin û wiha hat gotin:

"Belavkirina agahiyên wiha şaş bêyî piştrastkirina ji çavkaniyên fermî, bi taybetî di vê serdema hesas a ku li herêmê rûdanên bilez çêdibin de, tevgereke bêberpirsyarî ye."

Rayedarên Qeterê ragihand ku ji bo sererastkirina vê agahiya şaş, vebijêrkên yasayî jî di nav de ew dê hemû rêyan binirxînin.