Netanyahu: Eger me niha êriş nekira derfeta me nedima

2 demjimêr berê
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew şerê tund ê ku ji ber êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê derketiye, nabe "şerekî bêdawî."

Netanyahu destnîşan kir ku ji bo gihîştina armancan pêwîstî bi demê heye.

Netanyahu di hevpeyvînekê de li gel kanala Fox Newsê axivî û got:

"Dê şerekî me yê bêdawî nebe, ev dê tevgereke bilez û çareserker be."

Netanyahu paşê axaftina xwe zelaltir kir û amaje pê kir, her çend "dibe ku dem pêwîst be jî lê dê gelek salan neajo."

Sedema êrişê: Stargehên nukleer ên binerdî

Serokwezîrê Îsraîlê sedema êrişa ji nişka ve ya Amerîka û Îsraîlê bi wê yekê ve girê da ku Tehran mijûlî avakirina baregehên nukleer ên nû bûye.

Netanyahu îdia kir ku piştî şerê 12 rojî yê meha Hezîrana 2025an, Îranê dest bi çêkirina stargehên gelekî qewîn ên di bin erdê de kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê li pey çû û got:

"Wan cihên nû û stargehên binerdî çêdikirin ku dê di maweyê çend mehên kêm de bernameyên wan ên nukleer û mûşekî li hemberî her êrişê biparastana.

Eger niha me ev gav neavêtiba, me di paşerojê de nedikarîbû tiştekî li hemberî wan bikin."

“Trump dizane çi dike”

Benjamin Netanyahu bersiva wan gotinan jî da ku qaşo wî Amerîka kişandiye nav şer.

Netanyahu ev yek red kir û got, "Ev bêwate ye, Donald Trump serkirdeyê herî bihêz ê cîhanê ye. Ew dizane çi ji bo Amerîkayê û nifşên paşerojê baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst