Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di 48 demjimêrên ewil ên şerê li dijî Îranê de zêdetirî 1,250 armancên stratejîk hatine bombebarankirin.
CENTCOM) her wiha diyar kir ku êriş li dijî baregehên mûşekî û hêza deryayî ya Tehranê hatine kirin.
CENTCOM derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê raporeke nû belav kir ku tê de amaje bi zêdebûna hejmara wan armancên lê dane hatiye kirin.
Di roja ewil de hezar armanc bûn û di 48 demjimêrên ewil de gihiştine 1,250 armancan.
Armanc çi bûn?
Li gorî rapora CENTCOMê, cihên ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine bombebarankirin navendên fermandarî û kontrola artêşê, baregehên mûşekên balîstîk, keştî û jêrderyayiyên hêza deryayî ya Îranê û baregehên mûşekên dijî keştiyan in.
Amerîkayê ji bo lêdana van armancan sûd ji hejmarek balafirên şer û keştiyên leşkerî yên bipêşketî wergirtiye ku li Deryaya Sor, qeraxên Umanê û qeraxên Îsraîlê bicih bûne.
Operasyona hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ji roja 28ê Sibatê ve dest pê kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku heta niha di wan êrişan de 49 serkirdeyên bilind ên Îranî kuştine.
Li hemberî van êrişan, Îranê bi mûşek û dronan bersiv daye û hejmarek baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên herêmê kirine armanc, bi taybetî li Uman, Kuweyt û Qeterê.
Îranê her wiha gelek mûşek jî avêtine nava xaka Îsraîlê.
Parêzgarê Hewlêrê, wezaretên parastinê yên welatên Kendavê, Urdin û Îsraîlê zanyariyên hûrgilî derbarê hejmara wan mûşek û dronan belav dikin ku Îranê di çar rojên şer de di êrişên xwe de bi kar anîne.
Li gorî daneyên fermî, Tehranê zêdetirî 1,400 mûşek û dronan di êrişên xwe de bi kar anîne.
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Li gorî lêkolîna Rûdawê, di çar rojên şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re Herêma Kurdistanê 21 caran rastî êrişan hatiye ku hemû li sînorê parêzgeha Hewlêrê bûne, ji bilî yek êrişê ku ew jî li Dihokê bûye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re got, "Heta niha zêdetirî bi 100 dron û mûşekan êrişî Hewlêrê hatiye kirin."
Piraniya mûşekan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê armanc kirine ku baregeha Hêzên Hevpeymanan lê ye.
Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê, sîstemeke "toxim" a parastinê hatiye danîn û hemû êriş pûç kirine berî ku bigihîjin armanca xwe ya li ser erdê.
Êrişên li ser Îsraîlê bi 150 mûşekan
Îranê ji roja şemiyê ve nêzîkî 400 mûşekên balîstîk û 1,000 dronan avêtine Îsraîl û Welatên Kendavê ku 150 mûşek ji bo Îsraîlê bûne.
Piraniya mûşekan ji bo bajarên Tel Evîv, Heyfa û Qudsê bûne.
Di encama van êrişan de 12 kes hatine kuştin; zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê diyar dike ku, ji sedî 90ê mûşekan xistine xwarê û piraniya birîndaran jî di encama lêketina paşmayên mûşekan de bûye.
Êrişên li ser Îmaratê bi zêdetirî 800 dronan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îmaratê, ew welat rûbirûyê herî zêde êrişan bûye ku 186 mûşekên balîstîk û 812 dron bûne.
Armanceke sereke Baregeha Asmanî ya "Zefre" bûye ku navendeke mezin a hêzên asmanî yên Amerîkayê ye.
Her wiha êrişeke mezin li ser Dubaiyê hatiye kirin û çend deveran zererên mezin dîtine, di nav wan de Hotêla Fairmont Palm heye.
Êrişên bi dronan bûne sedema derketina agir li Hotêla Burc Ereb; Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaiyê jî ji wan deveran bûye ku êriş lê hatiye kirin.
178 mûşekan sînorê asmanî yê Kuweytê derbas kirine
Wezareta Parastinê ya Kuweytê eşkere dike ku 178 mûşek û 384 dron asmanê welatê wan derbas kirine û yek ji wan deverên hatiye armanckirin jî baregeha Elî Salim bûye.
Tehranê ragihandiye, çend caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê û çend navendên parzûnkirina petrolê li herêma Ehmediye kiriye.
Qeter bi 65 mûşekan hatiye armanckirin
Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku bi 65 mûşek û 12 dron êrişî xaka welatê wan hatiye kirin.
Îran diyar dike ku armanc baregeha Udeydeyê bûye ku mezintirîn navenda leşkerî ya Amerîkayê ye. Êrişên mûşekî û dronî zirarên mezin gihandine gelek herêmên wî welatî.
Wezareta Parastinê ya Qeterê piştrast kir ku Îranê zeviyên gazê yên di nava kûrahiya welêt de kirine armanc.
Bi 73 mûşekan êrişî Behreynê hatiye kirin
Wezareta Parastinê ya Behreynê jî eşkere dike ku bi 73 mûşek û 34 dronan xaka welatê wan hatiye armanckirin.
Baregeha Fîloya Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li wî welatî ye û Îran diyar dike ku armanca sereke ya êrişan ew der bûye.
Îran her wiha dide zanîn ku Bendera Selman ku bendereke stratejîk e û keştiyên şer ên Amerîkayê lê ne, bi çend mûşek û dronan hatiye armanckirin.
Berpirsên Behreynê behsa wê yekê dikin ku êrişan zererên gelekî mezin gihandine welatê wan.
Êrişên li ser Urdin û Erebistana Siûdî
Hêzên Çekdar ên Urdinê diyar kir ku wan mûşekek û 49 dron di asmanê welêt de têk birine.
Li Erebistana Siûdî jî parzûngeha "Ras Tenûre" ku yek ji mezintirîn navendên enerjiyê ye li cîhanê, doh bi mûşeka balîstîk hatibû armanckirin.
Wezareta Parastinê ya Umanê jî bi awayekî fermî armancgirtina Bendera "Duqm" bi rêya 2 dronan piştrast kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse