Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê li 10 tankerên petrolê xistiye.
Piştî destpêkirina êrişên Amerîka û Îsraîlê, Îranê li Tengava Hurmuzê "qedexeya derbasbûnê" ragihandibû.
Supaya Pasdaran da zanîn ku wan tankeran "bêyî ku guh bidin hişyariyan hewl dida di tengavê re derbas bibin."
Ajansa Nûçeyan a Farsê (nîvfermî) nûçeya xwe spart daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku derbarê neewlebûna Tengava Hurmuzê de gelek caran hişyarî hatine dayîn.
Tevî van hişyariyan jî, zêdetirî 10 tankerên petrolê guh neda van hişyariyan.
Li gorî daxuyaniyê, ew tanker bi cebilxaneyên curbicur hatin armanckirin û ji kar ketin.
Tengav di bin şert û mercên şer de ye
Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku Tengava Hurmuzê di bin şert û mercên şer de ye.
Îhtimal heye ku mûşek an jî dron zererê bidin keştiyan.
Ji ber vê yekê hat xwestin ku divê keştî di vê herêmê re derbas nebin.
Hêza Deryayî ya Îranê berê ragihandibû ku ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê derbasbûna di Tengava Hurmuzê re hatiye qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse