Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û ragihand ku eger ew li binesaziya Îranê bixin, ew dê hemû berjewendî û saziyên wan ên li herêmê tune bikin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî daxuyaniyek belav kir.
Ev daxuyanî wekî bersiva gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû ew dê li stasyonên enerjiyê bixin.
Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Em rê nadin ti gefê. Eger ew gef werin pêkanîn, hêzên me yên çekdar dê ne tenê binesaziya Îsraîlê lê hemû navendên aborî û baregehên Amerîkayê yên li herêmê bi tundî bikin armanc."
Gef li welatên herêmê hatin xwarin
Di daxuyaniyê de hişyariyeke tund ji bo wan welatan jî hebû ku baregehên Amerîkayê lê ne.
Îbrahîm Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Ew welatên herêmê yên ku baregehên Amerîkayê li ser axa wan in, eger naxwazin zererê bibînin, divê Amerîkiyan neçar bikin ku ji welatê wan derbikevin."
Zulfîqarî tekez kir ku bersiva Îranê dê "berfirehtir û kujertir" be û hevpeymanên Amerîkayê jî dê ji van êrişan nefilitin.
Trump: Armancên me yên pirên Îranê ne
Donald Trump îro li ser tora Truth Socialê peyameke nû û tund belav kir û gef li wan beşên binesaziya Îranê xwar ku hîn lê nehatiye xistin.
Trump bi eşkereyî got, "Pir armancên me yên bê ne, piştî wan jî dor a stasyonên elektrîkê ye."
Donald Trump careke din moleta ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi bîr xist û got, "Serkirdayetiya nû ya pergalê dizane divê çi bike û divê bi lez bike."
Pira stratejîk a B1ê hat bombebarankirin
Doh bajarê Kerecê û derdora wê bi giranî hatin bombebarankirin. Yek ji wan cihan ku ziyaneke mezin dît, Pira B1ê bû.
Ev pir bi bilindahiya 132 metreyan pira herî bilind a Îranê ye.
Her çi qasî sala 2016an bi budceya yek trîlyon tumenî dest bi çêkirina wê hatibe kirin jî, hîn bi temamî neqediyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse