ŞERÊ ÎDIAYAN - Tehran qala xistina F-35an dike, Washington red dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Balafirên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên Îranê ragihand ku wan heta niha 9 balafirên şer ên Amerîkayê li asmanê Îranê û Kendavê xistine lê Amerîkayê ev îdia red kirin.

Destê sibehê Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:

"Balafira duyem a şer a pir bipêşketî ya Amerîkayê ya cureyê F-35, li asmanê navenda Îranê ji aliyê pergala nû ya parastina asmanî ya Supaya Pasdaran ve hat xistin."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke kurt belav kir û got:

"Ew îdiayên ku behsa xistina balafirên me dikin derew in û balafirên me niha li ser karê xwe ne."

Îran: Me 9 balafir xistin

Li gorî daxuyaniyên ku heta niha ji aliyê Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê ve hatine belavkirin, ji destpêka şer ve 9 balafirên şer ên Amerîkayê hatine têkbirin.

Supaya Pasdaran diyar kir ku wan heta niha 4 balafirên şer ên F-15 xistine ku sê ji wan li Kuweytê bûne.

Wê demê CENTCOMê derbarê wan balafirên ku li Kuweytê zerer dîtibûn ragihandibû ku zerer ji ber xebata pergala parastinê ya Kuweytê çêbûye, ne ji ber êrişa Îranê.

Her wiha Supaya Pasdaran dibêje wan balafireke F-16 li navenda Îranê û balafireke şer a cureyê F-18 jî li başûrê Îranê xistiye.

Supaya Pasdaran her wiha destnîşan kir ku wan heta niha 2 balafirên şer ên F-35 jî li başûr û navenda Îranê xistine.

Di heman demê de, bêyî ku cihê wê were diyarkirin, qala xistina balafireke din a bipêşketî jî tê kirin.

CENTCOMê heta niha hemû îdiayên Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê yên ji bo xistina balafirên wan red kirine.

Medyaya Îranê hinek wêneyên bermahiyên hinek balafirên têkçûyî belav kirine.

Di wêneyan de nayê fêmkirin ka ew dron in, mûşek in yan balafirên şer in lê rayedarên Îranê dibêjin ku ew hemû bermahiyên wan balafirên şer in ku navên wan hatine qalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst