Operasyona taybet li nav axa Îranê, Amerîkayê pîlotê xwe rizgar kir

2 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Îran Pîlot Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîlotekî balafireke şer a Amerîkayê ya ku li asmanê Îranê hatibû xistin, ji aliyê hêzên taybet ên Amerîkayê ve hat dîtin.

Ew endamê tîmê bi saxî hat rizgarkirin.

Di heman demê de, lêgerîna li endamê duyem ê tîmê didome.

Bi silametî ji balafirê derketine

Malpera Axiosê spartiye berpirsekî Îsraîlî û çavkaniyeke agahdar û raporek belav kiriye.

Li gorî wê raporê, her du endamên tîma balafira şer a cureyê F-15E, piştî ku Îranê li balafira wan xistiye, bi silametî jê derketine.

Wekî ku Axios dibêje, hêzên taybet ên Amerîkayê şiyaye cihê yekî ji wan li nav axa Îranê bibînin û wî bi saxî rizgar bikin.

Îsraîlê êrişên xwe betal kirin

Berpirsekî Îsraîlî jî ragihand ku artêşa Îsraîlê çend êrişên asmanî yên plankirî yên li ser Îranê betal kirine.

Ev gav ji bo wê yekê hatiye avêtin da ku ji bo hewlên lêgerîn û rizgarkirina wan pîlotan nebin asteng.

Berpirsekî Amerîkayê jî ji kanala NBC News a welatê xwe re axivî.

Wî destnîşan kir ku yek ji wan her du pîlotan hatiye dîtin û hatiye rizgarkirin.

Îranê xelat daniye

Medyaya fermî ya Îranê aliyê yekem bû ku nûçeya xistina balafirê belav kir.

Televîzyona fermî ya Îranê ji xelkê xwest ku di lêgerîna li tîma balafira Amerîkayê de alîkar bin.

Hikûmetê jî xelateke mezin ji bo wan kesan daniye ku karibin wan bibînin.

Ev cara yekem e ji destpêka şerê 28ê Sibatê ve, balafireke şer a Amerîkayê, li Îranê û ji aliyê Îranê ve tê xistin.

Berê sê balafirên cureyê F-15E ji ber "guleyên şaş ên hêzên dost" ketibûn xwarê.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê, îro re got ku Donald Trump ji bûyerê hatiye agahdarkirin.

Balafira F-15E çêkirina Şirketa Boeingê ye û du kesan hildigire.

Yek ji wan pîlot e û yê din efserekî sîstema çekan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst