Alan Eyre: Zehmet e ku Hurmiz bi rêyên leşkerî were vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatê berê yê Amerîkayê Alan Eyre Rûdawê re ragihand Îran hîn jî xwedî şiyaneke mezin a mûşek û dronan e û dikare Tengava Hurmizê girtî bihêle û zehmet e ku Hurmiz bi rêyên leşkerî bê vekirin.

Alan Eyreyê ku dîplomatekî berê yê Amerîkayê û pisporê kar û barên Îranê ye, îro beşdarî bultena Rûdawê bû ku Hêvîdar Zanayê pêşkêş dikir.

Alan Eyre hişyarî da ku heger bi fermana Serokê Amerîkayê binesaziya sivîl a Îranê were wêrankirin, ev dikare bikeve qada "tawana şer."

“Îran xwedî şiyan e”

Wî bal kişand ser pêşhatên dawî yên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û got:

"Amerîka û Îsraîlê binesaziya mûşekan û pîşesaziya parastinê ya Îranê gelekî qels kiriye.

Lê di pratîkê de ji bo girtîhiştina Tengava Hurmizê pêwîstî bi gelek ya mûşek û dronan nîne.

Îran bi qasî ku karibe gefê li tengavê bixwe xwedî şiyan e."

“Zehmet e”

Alan Eyre derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku gotibû vekirina Tengava Hurmizê "nêzîk û hêsan e" jî û got:

"Vekirina Tengava Hurmizê ya bi rêyên leşkerî ve di demeke guncav de zehmet e.

Hema ku Amerîka hewl bide veke, Îran dê bi êrişkirina ser leşker û keştiyên Amerîkayê û binesaziyên hestiyar ên Kendavê bersivê bide."

Li gorî wî, yekane rêya ji bo vekirina Hurmizê "dîplomasî" ye û divê welat ji bo rawestandina gefên Îranê, bi Îranê re dan û standinan bikin.

Alan Eyre li ser gefên Trump ên ji bo wêrankirina binesaziya Îranê anî zimên:

"Wêrankirina binesaziya sivîl, santralên elektrîkê û piran dikare wekî tawana şer were hejmartin lê mixabin xuya ye Serok Trump amade ye wê yekê bike."

“Êrişên li ser Herêma Kurdistanê pêşbînîkirî bûn”

Alan Eyre bal kişand ser êrişên komên çekdar ên Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê jî û biland:

"Her tim kontroleke Hikûmeta Îraqê ya netemam li ser milîsên navxweyî yên Îraqê hebûye. Lewma ev êrişên wekîlên Îranê tiştekî pêşbînîkirî bûn."