“Pûtin li Sûriyê şaşîtî kir”

04-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Navenda Nûçeyan (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşverû û mezinê diruziyên Lubnanê Welîd Cunbelat, rexneyên tund li siyaseta Rûsya li Sûriyê girt û ragihand, Puttîn û siyasetên şaş ên Rûsyayê sedemên kirîza Sûriyê ne.

 

Welîd Cunbelat di daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê de eşkere kir û got, di sala 2011 û 2012an de, wî ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re gotiye, pêwîst e Rûsya dijminatiya gelê Sûriyê neke û bi taybetî jî divê dijminatiya sunniyan neke.

 

Li gor gotina Cunbelat, Rûsya û Putin gelek şaşîtî li Sûriyê kirine û niha ew dibînin ku siyaseta wan li Sûriyê rastî astengiyên mezin hatiye û riyên çareseriyê tev de li pêşiya wan hatine girtin.

 

Cunbelat di vê bareyê de tekez kir, ji ber vê yekê Putîn dixwaz e eniyekê li dijî terorê li Sûriyê çê bike û bi nêrîna Canbolat ev belgeya siyaseta şaş a wî welatî derbarê Sûriyê de nîşan dide, ew siyaseta ku li gor Canpolat, Rûsya ji destpêka ve li Sûriyê birêve biriye.

 

Li aliyekî din Cunbelat da zanîn, ku di paşerojê de dê Amerîka û Îran lihev bikin û dê desthilata Îranê li deverê li ser hesabê Rûsya firehtir û xurttir bibe.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst