Tirkiyê di hefteyekê de 390 penaberên Sûrî dersînor kirine
Hewlêr (Rûdaw) – Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiyê di hefteya bihorî de 390 penaberên Sûrî dersînor kirine.
Piştî hilbijartinên parlamento û serokomariya Tirkiyê, proseya dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkiyê zêde bûye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye ku di hefteya bihorî de 390 penaberên Sûrî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab El Selame yê di navbera Tirkiye û Sûriyê de ji Tirkiyê hatine dersînorkirin.
Roja înê jî Tirkiyê 27 penaberên Sûrî û Iraqê bi rêya Deriyê Sînorî yê Serê Kaniyê dersînor kiribûn.
Piraniya wan penaberan bê agahdariya malbatên wan tên dersînorkirin.