Sererkanê Îsraîlê ziyareta xwe ya Amerîkayê betal kir
Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îsraîlê Eyal Zamir ji ber ku li Xezeyê bi komên Filistînî re li ser agirbesteke mayînde lihevhatin nehatiye kirin ziyareta xwe ya roja sêşemê ya Washingtonê betal kir.
Li gorî nûçeya rojnameya The Jerusalem Postê ya ku dispêre çavkaniyên Îsraîlî, Zamir serdana xwe ya Washingtonê bi pêşketina di misogerkirina agirbesteke mayînde ya li Xezeyê ve girêdabû lê ev yek pêk nehat.
Zamir diyar kir ku ji ber ku dan û standinên agirbestê xitîmine û zexta raya giştî ya li ser mijara dîlan zêde bûye, "cihê wî Îsraîl e".
Di nûçeyê de hat gotin ku armanca biryara betalkirinê ew e ku nîşan bide “berpirsyariyên exlaqî û operasyonel li pêşiya bernameyên payebilind ên dîplomatîk in.”
Her wiha hat destnîşankirin ku ev peyam amajeyeke nerasterast e ji bo wan îdiayên ku dibêjin Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji bo parastina paşeroja xwe ya siyasî bi qestî rê li ber lihevkirinên bidawîkirina şer digire.
Artêşa Îsraîlê heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.
Dihat çaverêkirin ku Zamir di çarçoveya serdanê de li Floridayê beşdarî merasîma xatirxwestina General Michael Erik Kurillayê ku dê ji wezîfeya xwe ya li navenda Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) veqete, bubûya.
Her wiha Zamir plan kiribû ku li Washingtonê bi rayedarên payebilind ên parastin û îstixbaratê, nûnerên îstixbarata leşkerî û CIAyê û nûnerên hinek rêxistinên Cihûyan re biciviya.
Hatibû diyarkirin ku di hevdîtinan de dê encamên êrişên leşkerî yên dawî yên li Xezeyê û xurtkirina hevahengiya di navbera artêşên Amerîka û Îsraîlê de bên gotûbêjkirin.
Balkêş e ku betalkirina serdanê di demekê de ye ku di rojên dawî de nakokiyên cidî yên di navbera serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Îsraîlê de yên derbarê birêvebirina şer û dosyeya dîlên li Xezeyê de di medyayê de belav bûne.