Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê di bin dorpêça tund a Îsraîlê de mirineke bi hêdî berê xwe daye zarokên wê herêmê.
Mirinek ne bi teqîna bombe û mûşekan lê bi birçîbûneke kujer û bêdeng heye.
Bi hezaran zarok roj bi roj di odeyên tarî yên stargeh û nexweşxaneyan de li ber çavên dayikên xwe yên bêçare dihelin û dibin hestî û çerm.
Ew zarokên ku duh bi fêkî û xwarinên tendurist mezin dibûn îro bi şiringeyê nanê şilkirî didin wan.
Di vê raporta vîdeoyî de, em çîroka wan dayikan vedibêjin ku li ber çavên wan, cergên wan dihelin.
Semah Meter li odeyeke tarî ya stargeheke qerebalix a ser bi Neteweyên Yekbûyî li bajarê Xezeyê, kurê xwe Emîr hembêz kiriye.
Yûsifê şeş salî li pişt wê, li ser doşekeke tenik, bê liv û tevger razayî ye.
Her du zarok jî ji ber kêmxwarina tund û felca mejî dinalin.
Berî şer, tendirûstiya wan gelekî baş bû. Wan xwarinên xwe baş dixwarin, fêkî, sebze, şîrê taybet û heta şorbeya germ a mirîşkê jî bo wan dihate dayîn.
Şîr bûye bîranîn
Lê niha, dayika wan Semah bi zehmetî dikare ard jî peyda bike.
Şîr û berhemên şîr û xwarinên din tenê bûne bîranîn.
Dayika Zaroka Semah Meterê got:
"Pêdiviya van zarokan bi xwarinên taybet heye. Niha ne şîrê hişk heye ne jî daybî (pêşgîr).
Ez ard jî bi zehmetî peyda dikim. Şekir ku beşeke sereke ya xwarinên wan bû, peyda nabe.
Beriya şer, tendirûstiya wan gelekî baş bû."
Yûsif zêdeyî sêyeka giraniya laşê xwe winda kiriye. Emîrê ku tenê çar salî ye, giraniya wî ji şeş kîlograman kêmtir e.
Umniye Mehra herdu kurên xwe yên biçûk Udey û Mihemed li nexweşxaneyê hembêz kirine.
Her du jî ji kêmxwarinê û nexweşiyeke kêmpeyda ya demaran dinalin.
Dayika Udey û Mihemed Umniye Mehrayê jî got:
“Ez di tengasiyê de me. Berdewam pêwîstiya wan bi şîr heye.
Berdewam pêwîstiya wan bi guhertina daybiyan heye û her tim zikçûna wan heye.
Nexweş in û bi şevan ranakevin. Pêwîstiya wan bi êşbiran heye ku yek ji wan jî peyda nabe. Şev û roj digirîn."
Bijîşkên li vir krîzeke mezintir dibînin.
Birçîbûnê pençên xwe di wan de asê kiriye. Pêdiviyên tenduristiyê ber bi nemanê ve diçin.
Zarok di bin barê giran ê şer de dihelin.
Musebê 14 salî di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de birîndar bûye.
Ew felc bûye û kêmxwarineke wî ya giran heye. Dayika wî Şehnaz, bi şiringeyê nanê şilkirî dide wî ku ev yekane tişt e li ber destê wê heye.
5 hezar zarok li Xezeyê rûbirûyê kêmxwarinê bûne
Tenê di meha borî de, zêdeyî pênc hezar zarok li Xezeyê rûbirûyê kêmxwarinê bûne.
Di çend hefteyên borî de 28 zarokan canê xwe ji dest dane.
Civaka navdewletî zengilê hişyariyê lêdixe, lê birçîbûneke pêşwext gihiştiye.
Li stargeh û nexweşxaneyan, çi bi bêdengî, çi bi qîrîneke ku nayê bihîstin, zarokên Xezeyê hindik maye ji nav diçin.
Birçîbûn çaverê nake û dilê wê bi bêgunehan naşewite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse