Lieberman: Em ji biryara Rûsyayê nîgeran in
Hwelêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ragihand ku Îsraîl ji wê yekê nîgeran e ku sîstema S-300 li Sûriyê hatiye bicîhkirin û got, ew dest ji operasyonên xwe yên leşkerî di nav axa Sûriyê de bernadin.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman da zanîn, ew nîgeran in mûşekên S-300 li Sûriyê hatine biçîh kirin û tekez kir, ku ti derfetekî wan jî nîne ew bikar bin rê li ber biryara Rûsyayê bigirin.
Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îsraîlê di demekê da ye, Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku welatê wî S-300a sistema mûşekan ya parastina asmanî radestî Sûriyê kir.
Rûsyayê S-300 radestî Sûriyê kir
Wezîrê Parastina Rûsyayê di civîna Konseya Ewlehiyê ya ku bi serokatiya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hat kirin de tevdîrên ji bo zêdekirina ewlehiyê ya leşkerên Rûsyayê yênn li Sûriyeyê, eşkere kirin.
Şoygu diyar kir ku wan S-300a pergala mûşekan a parastina asmanî teslîmî Sûriyê kir û wiha pê de çû: “Me S-300 radest kir. Digel vê me 49 cîhazên teknîkê yên leşkerî yên cuda jî teslîm kirin.
Meha çûyî balafira Rûsya ya Îl-20î ku li ser Behra Spî û li ser Sûriyeyê firînên keşfê dikir, ji aliyê mûşekên Sûriyê ve hatibû xistin. Rûsyayê derheqê bûyerê de hêzên asmanî yên Îsraîlê tohmeta kiribû, ji bo ku ewlehiya eskerên Rûsyayê yên li Sûriyeyê zêde bike daxuyandibû ku ew dê pergola S-300a dîsa bide Sûriyê.