Netanyahu piştgiriyê dide îdama girtiyên Filistînî

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu piştgiriyê dide pêşnûmeqanûna ku cezayê îdamê ji bo girtiyên Filistînî pêşbînî dike.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îsraîlê pêşnûmeqanûna ku cezayê îdamê ji bo girtiyên Filistînî pêşbînî dike gotûbêj kir.

Kordînatorê Girtî û Windayan Gal Hirschê ku di komîteyê de axivî, got ku di hevdîtina berê de ji ber ku dibe zererê bide dîlên Îsraîlî yên sax ên li Xezeyê, li dijî vê pêşnûmeyê bû.

Hirsch diyar kir ku ji ber serbestberdana hemû dîlên Îsraîlî yên sax, êdî ew piştgiriyê dide pêşnûmeyê.

Rayedarê Îsraîlî destnîşan kir ku Netanyahu jî piştgiriyê dide pêşnûmeqanûna cezayê îdamê ya ji bo girtiyên Filistînî.

Li aliyê din, Komîteyê pêşnûmeya cezayê îdamê ya ji bo girtiyên Filistînî qebûl kir û rê ji bo dengdana li Parlamentoyê vekir.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirê tund Itamar Ben-Gvir ji ber piştgiriya wî ya ji bo qebûlkirina pêşnûmeqanûna partiya wî li komîteyê, spasiya Netanyahu kir.

Ben-Gvir tekez kir ku divê desthelata dadgehan nebe û ji bo her Filistîniyekî ku welatiyekî Îsraîlî bikuje, cezayê îdamê were dayîn.

Ji bo ku pêşnûmeya ku tê payîn vê hefteyê were Parlamentoyê bibe qanûn, divê di 3 dengdanên cuda yên li Parlamentoyê de were qebûlkirin.

Îsraîliyên ku Filistîniyan bikujin dê ji qanûnê bên efûkirin

Pêşnûmeqanûn pêşbînî dike ku dadgeha Îsraîlê bikare cezayê îdamê bide kesên ku bi "sedemên neteweyî" Îsraîliyekî bikujin.

Lê belê eger ev pêşnûme bibe qanûn, ev made ji bo Îsraîliyekî ku Filistîniyekî bikuje derbas nebe.