ZINDÎ: Karwaneke milîsên Iraqî li Bexdayê bû armanca êrîşa Amerîkayê

04-01-2020

03:26

ZINDÎ: Karwaneke milîsên Iraqî li Bexdayê bû armanca êrîşa Amerîkayê

Rûdaw

 

03:26

Ajansa nûçeyan a Reuters ragihand, di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de bo ser karwaneke milîsên Iraqî de li bakurê Bexdayê 2 otomobîl bûne armanca êrîşê.

Li gor heman çavkaniyê, di encama êrîşê de 6 kes hatine kuştin.

Derbarê bûyerê de heta niha ti hûrgilî nehatine bidestxistin.

03:45

Kanala Al Iraqiya: Amerîkayê êrîş kire ser kesayetiyekî Heşda Şeibî

Medyaya fermî ya hikûmeta Iraqê ragihand, îşev Amerîkayê li Bexdayê êrîşeke din a esmanî pêk aniye,

Kanala Al Iraqiya da zanîn: Li Tacî ku dikeve bakurê Bexdayê, êrîşeke esmanî ji aliyê Amerîkayê ve bo ser yek ji kesayetiyên Heşda Şeibî hatiye encamdan.

Hûrgiliyê êrîşê û nasnameya wî berpirsê Heşda Şeibî nehatiye aşkerekirin.