Ruhanî û Erdogan geşedanên vê dawiyê yên li herêmê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan geşedanên vê dawiyê yên li herêmê gotûbêj kirin.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariya Tirkiyê hatin bidestxistin Erdogan û Ruhanî di axaftina xwe ya telefonî de li ser geşedanên dawîn ên li herêmê û têkiliyên dualî sekinîn.
Herwiha Erdogan pêştir ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih peywendiyeke telefonî pêk anîbû.
Di wê peywendiya telefonî de Berhem Salih û Erdogan, tekezî li ser hemahengiya herêmê kirin bo çareserkirina kêşeyên li navçeyê.
Serokomarên Iraq û Tirkiyê herwiha amaje bi wê jî kirine ku pêwîst e rêgirî li ber tundrewî û terorê bê girtin.
Herwiha Erdogan di wê peywendiya telefonî de diyar kiriye, “Em rê nadin Iraq bibe qada milmilaneyên herêmî û navdewletî.”
Ev yek di demekê de ye ku roja Înê, 03.01.2020, di êrişeke firokeya bêpîlot a Amerîkayê de bo ser otomobîla wan, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî, li nêzikî balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê li gel, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis û 8 kesên din hatibû kuştin.