Michael Knights: Egera derketina şerê navxweyî navbera aliyên Heşda Şeibî heye
Hewlêr (Rûdaw) - Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis dilê projeya Îran û komikên wê yên çekdar li Iraq û Rojhilata Navîn bûn. Li gor raporeke Dijî Terorê ya Amerîka, kuştina wan herdu fermandeyan û berdewamiya xwepêşandanên Iraqê kêşeyên mezin ji bo rehberdana zêdetir a komikên biçek di saziyên eskerî, aborî û îdarî yên Iraqê de çêdike.
Îlona 2019: Serdestiya komên çekdar ên alîgirên Tehranê
Lêkoler li Peymangeha Washingtonê û amadekarê rapora Kovara Dijî Terorê Michael Knights, li ser zarê rayedarên bilind ên Bexdayê diyar dike ku Suleymanî û Muhendis ji ofîsa Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî serdesttir bûn. Ew jî li wê gorê ku Ebû Cîhad (Mihemed el Haşimî) ku berpirsekî nêzîkî Artêşa Pasdaran e, di posta serokê dîwana serokwezîr de hatibû danîn, asayiş û karê îdarî yê ofîsê jî ji aliyê komikên biçek ên nêzîkî artêşê ve dihatin birêvebirin.
Herwisa, Muhendis tovê guman û bêbaweriyê di navbera Ebdilmehdî û hêzên ne mîlîşyayî de çandibû, bi awayekî ew nîgeranî çêkiribû ku dijî teror û sîxuriya niştimanî ya Iraqê planan li dijî serokwezîr datînin.
Bo amadekirina raporê, Knights di du salên borî de şeş caran serdana Iraqê kir û ligel bêtirî 60 kesayetiyên konevanî, eskerî û bazirganî yên Iraqê axivî. Berpirsên herî bilind ên Iraqê di nav konevanan de hebûn. Hejmareke zêde jî kesayetiyên konevanî yên Şîe yên nêzîkî Îranê bûn.
Amadekarê raporê piştî wan gotûbêjan kifş kir ku Muhendis di 2019an de hîmê nifûza Artêşa Qudisê bû li Iraqê, ta elîtên konevanî yên Iraqê ew wek “parêzgarê leşkerî yê Îranê li Iraqê” bi nav dikirin.
Li gor raporê, mîlîşya di biznisa Iraqê de jî serdest bûn û qezenc digihandin xwe û Îran û Hîzbullaha Lubnanê, wek nimûne jî damezrînerê Ketîbeyên Îmamê Elî Şibl el Zeydî tîne ku bi rêya biznis û kontrolkirina Wezareta Guhastin û Gihandina Iraqê bû yek ji kesên herî zengîn li Iraqê. Hîzbullaha Lubnanê bi rêya desthilata wan komikan hejmarek girêbest li Iraqê wergirtin.
Çar bankên kerta xas jî nîşandana dolarên Banka Navendî ya Iraqê bi kar tînin da ku diravên giran bo Îranê bi dest bixin. Mîlîşya bi dizî ketine nav pergala dijîtal a mûçeyên Iraqê û navên karmendên xeyalî xistine nav pergalê û wisa mehane bi dehan milyon dolar bi dest dixin. Heşdê hinek zeviyên biçûk ên petrolê jî kontrol kirine wek zeviyên Necme, Geyare, Polxane û Elasê.
Li başûrê Iraqê, mîlîşyayên Heşdê şîrketên lojistîk û guhastinê kontrol kirine. Wisa hem qaçaxî û firotina petrola Îranê bi navê petrola Iraqê perde dikin, hem petrola xam û berhemên petrolê yên Iraqê difiroşin û hem bacê li ser wan kel û melan datînin ku tên hundirê Iraqê.
Amadekarê raporê ligel çend jêderên hevpeymaniya navneteweyî dijî DAIŞê تط axiviye ku diyar dikin di îlona 2019an de komikên biçek ên ser Îranê rê li ber hevkariyên ku hevpeymanan bo şerê dijî DAIŞê ji hêzên emnî yên Iraqê re dişandin, digirtin. Ji adara 2019an ve, Falih Feyaz li gor rênîşanderiyên Muhendis, pêwendiya Heşda êlên sunî û hevpeymanan qut kiribûز
Herwisa Artêşa Bedir dest danî ser desthilata esmanî ya sivîl a Iraqê û dest bi girtina sînorên esmanî yên Iraqê di rûyê firokyên sîxurî yên hevpeymanan de kir. Herwisa guvaş zêde bûn da ku şêwirmendên amerîkî ji operasyonên dijî DAIŞê bên dûrkirin. Komikên Heşdê jî desthilata xwe li ofîsa Civata Wezîran bi kar dianîn da ku fermandeyên naskirî bên avêtin, wek Fermandeyê Hêzên Dijî Terora Iraqê General Ebdilwehab Saidî.
Li gor Knights, ji ber serdestiya konevanî ya Muhendis, nifûz û pişka budceya hêzên fermî yên Iraqê li gor komikên biçek ber bi daketinê ve diçû.
Daberizîna ser xwepêşanderan
Di cotmeha 2019an de, fermandeyên Heşdê rêveberên yekta yên dûgela Iraqê bûn, lewra xwepêşandanên vê heyvê desteke rasterast bo zîrekiya wan hêzan di rêvebirina qeyranê de bûn. Li gor raporê, mîlîşya serkirdatiya hêzên emnî yên Iraqê dikir, lewra jî şaneya qeyranê pêk anîn ku li taxa Cadiriye û li navçeya navneteweyî ya Bexdayê diciviyan.
Rapora Dijî Terorê diyar dike ku di wan civînan de pilebendiya fermandeyan diyar bû. Muhendis mil bi milê Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Ebû Cîhad serokatiya civînan dikir. Li jêr wan Ebû Muntezer el Huseynî û Ebû Turab el Huseynî hebûn ku herdu ji fermandeyên bilind ên Bedir bûn. Ebû Muntezer şêwirmendê serokwezîr e bo karûbarên Heşdê û Ebû Turab serokê fîrqeya karvedana lezgîn a Wezareta Navxwe ya Iraqê ye.
Di wan civînan de, Fermandeyê Esahibên Ehlî Heq Qeys Xez`elî, Fermandeyê Ketîbeyên Seydulşuheda Ebû Ela el Welayî û Fermandeyê Seraya el Xorasanî Hemîd el Cezaîrî jî beşdar bûn. Kadroyên şexsî yên Muhendis beşê zêde yê operasyonên serkutiya xwepêşanderan îdare dikirin. Operasyon ji aliyê serokê fîrqeya emnî ya navendî ya Heşdê Ebû Zeyneb el Lamî ve dihatin serkirdatîkirin.
Li gor raporê, di wan operasyonan de 3 alîkarên el Lamî hebûn: Rêveberê Resafe yê fîrqeya emnî ya navendî ya Heşdê Ebû Baqir, berpirsê beşê lêpirsîna firqeyê Hacî Xalib û rêveberê sîxuriya Heşdê Ebû Îman ku erkê komkirina navê çalakvanên sivîl û rojnamevanên di xwepêşandanan de beşdar di stûyê wî de bû.
Şerê komikan li dijî Amerîkayê
Di 10ê çileya 2019an de, mîlîşyayên ser bereya Muhendis 32 neqlan bi roketan êrîş kirin ser bingehên Iraqê ku eskerên amerîkî li wan hebûn, lê kuştî nebûn. Diyar bû komikên biçek biryara acizkirina hevpeymanan li Iraqê dabûn. Agahiyên hikûmeta Iraq û Amerîkayê hebûn ku Artêşa Qudisê rê nedida êrîşên ku mumkin bû bibin sedema kuştina eskerên amerîkî.
Ji mijdarê û vir ve, metirsiya êrîşên Heşdê li ser bingehên Amerîka li Iraqê zêdetir bû. Rayedarên hikûmî yên Iraqê ji amadekarê raporê re ragihandine ku hîs kirine îranî û komikên iraqî ji dil bawer dikirin ku xwepêşandanên Îran, Iraq û Libnanê planên derveyî ne, lewra çêdibe ku hewl dabin wisa li amerîkiyan bikin dev ji wê piştgiriyê berdin ku bi xeyala serkirdên Heşdê ji aliyê amerîkiyan ve li xwepêşanderan tê kirin.
Roja 27ê kanûna yekem, 15 roket ber bi bingeha K1 li parêzgeha Kerkûkê ve hatin berdan, ku di wan de belênderekî amerîkî yê bi esl iraqî hate kuştin. Fermandeyê Hêzên Hevpar ên Amerîka General Mark Milley ragihand, êrîş bi qestebende bo kuştina kesê amerîkî bû. Du rojan piştî wê êrîşê, firokeyên Amerîka 5 navendên Ketîbeyên Hizbûllahê li Iraq û Sûriyeyê kirin armanc ku di wan de 25 çekdar hatin qetilkirin û 50 çekdarên din jî birîndar bûn.
Alîgirên Heşda Şeibî roja 31ê kanûna yekem avêtin ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û gefa girtina balyozxaneyê xwarin. 3 rojan piştî wê êrîşê, firokeyeke bêpîlot a Amerîka Suleymanî û Muhendis li nêzî firokexaneya Bexdayê kirin armanc.
Bandora kuştina herdu fermandeyan
Knights biland ku Suleymanî û Muhendis “wek yek yekîneyê dixebitîn” di demekê de Muhendis rojane pêwendî bi aliyan re dikir û heke li cihekî rastî aliyekî “serhişk” bihata, Suleymanî kêşe hel dikir. Lewra dîtina şûngirekî wek Muhendis di komên iraqî de bo Artêşa Qudisê gengaz nabe, di demekê de “Suleymanî nemaye ta biryarê li ser şûngirê wî bide”, wekî din jî “ne Hadî Amirî û ne Muqteda Sedir wek pêwîst ne şareza ne, wek pêwîst xelk ji wan natirse û rêza wan nagire ta bikarin serkirdatiya bêtirî 50 komikên Heşdê bikin.”
Li gor raporê, herçiqasî Muqteda Sedir timî dijî hebûna amerîkiyan bû li Iraqê, lê “Sedir nayê pêşbînîkirin, kontroleke wî ya kêm li ser alîgirên wî heye û karkirina ligel wî zehmet e.” Herwisa ne dûr e Sedir li “wîlayet feqîheke taybet bi xwe” bihizire.
Michael Knights bi sala ye li ser hêzên biçek ên Iraqê lêkolîn dike, li gor vê ezmûnê jî, bi nerîna wî “Muhendis bi piştevaniya Suleymanî muhmtirîn kesê Iraqê bû.” Lewra jî “Çend sal jê re pêwîst in ta balansa hêzê li nav Heşda Şeibî bê vegerandin.” Tew pêşbînî dike ku “egera şerê navxwe (navbera aliyên Heşdê jî) heye”, çimkî Muhendis hin komikên nêzîkî xwe şandibûn Kerkûk, Tuzxurmatû, Telefer û Diyaleyê ku wek navçeyên çalakiyên Bedir hatibûn nasîn, vêga jî dibe ku Bedir hewl bide “pêgeha mezintirîn komika biçek a Iraqê” werbigire.
Rapor pêşbînî dike Ketîbeyên Hîzbullahê wek nêzîktirîn mîlîşya ji Artêşa Qudisê bimîne, di demekê de mîlîşyayên Hereket Hîzbullah el Nuceba wek grûpa wekîlê xwestî dimînin. Komikên mîna Esahib Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmamê Elî jî “di rewşeke dijwar de ne”. Lewra çêdibe ku ew jî bibin armanca êrîşên Amerîka yan ji ber cezayên Amerîkayê ziyaneke darayî ya mezin bigihe biznisên wan.
Heyva çûyî, perlementerên Iraqê daxwaz ji hikûmetê kirin ji bo qewirandina hêzên Amerîka ji Iraqê kar bike.
Jêderên iraqî ji raporê re ragihandine ku dema Muhendis sax bû, hewldanên zêde kiribû perlemana Iraqê razî bike projeya derxistina hêzên Amerîkayê pesend bike, lê qet bi ser neketibû.
Di civîna roja pêncê heyva borî de, ti frakisyoneke Kurd û Sune beşdarî civînê nebû. Li gor Knights, şikestina hewldana qayîlkirina Sune û kurdan derxika wê valahiyê ye. Di demekê de berê Muhendis karibû yekrêziya aliyên Şîe û rizamendiya suniyan garantî bike û “bi rêya Suleymanî peyaman bigihîne kurdan.”
Rapora Dijî Terorê dûr dibîne saziyên konevanî, aborî û eskerî yên Heşdê di demeke kurt de ji nav herin û ne şert e jî bi kuştina endezyarên wan ji hev bikevin û hilweşin, çimkî “ew komikên biçek bê şer dev ji asta vêga ya desthilata xwe bernadin.”
Pêwîstiya birêkxistina Heşdê bi fermandeyiyeke xurt li Îranê jî heye. Bi salan e Artêşa Qudisê hewl dide rehên xwe kûr berde nav saziyên fermî û ne fermî yên Iraqê. Lewra bi kuştina Suleymanî dîsa hebûneke Îranê ya xurt li Iraqê dibe, lê zehmet e kesek hebe ew hemû taybetmendî tê de hebin ku ji bo komikên çekdar ên Iraqê di Suleymanî de hebûn.
Li gor Knights, fermandeyê nû yê Artêşa Qudisê Îsmaîl Qaanî “ne bi qasî Suleymanî karîzmatîk e, li ba iraqiyan biyanî ye, erebî nizane û bêtir şarezayê bereya rojhilatê Îranê ye.”
Herçiqasî Balyozê Îranê li Bexdayê û fermandeyê kevn ê Artêşa Qudisê Îrec Mescdî dikare “tijekerê valahiyan” be, bi taybetî jî ku ji ber parêzbendiya xwe ya dîplomatîk azadiyeke wî bêtir a liv û tevgerê heye.
Ji bilî Mescdî, du fermandeyên din jî hene çêdibe ku Artêşa Qudisê ji bo tijekirina valahiya Suleymanî li Iraqê li wan bifikire. Yê yekem Ebdilreza Şehla yî ye ku wek “zilamê artêşê li Yemenê” tê nasîn û ezmûna wî berê li Iraqê heye. Fermandeyê din Mihemed Hisênzade Hîcazî ye ku heyva borî wek cîgirê fermandeyê Artêşa Qudisê hat destnîşankirin û li gor Qaanî ezmûneke wî ya bêtir ligel cîhana erebî heye.