Îranê Stenbol nexwest, cihê gotûbêjan guherî
Hewlêr (Rûdaw) - Îranê beriya mizakereyên nukleer ên krîtîk ên bi Amerîkayê re ku dihat plankirin roja înê li Stenbolê bên kirin, daxwaz kir ku cih û formata civînê were guhertin.
Hat ragihandin ku birêvebiriya Amerîkayê daxwaza Îranê ya ku dixwaze hevdîtin li Umanê bê kirin qebûl kiriye.
Di çapemeniya Amerîkayê de nûçe belav bûbûn ku Nûnerê Taybet ê Koşka Spî Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dikarin roja înê li Stenbolê bicivin.
Îranê got “Uman”, Amerîkayê qebûl kir
Îranê xwest ku hevdîtin li şûna Stenbolê li Umanê were kirin.
Birêvebiriya Trump daxwaza Îranê ya ku hevdîtinên roja înê li Umanê bên kirin qebûl kir.
Trump: Ew dixwazin tiştekî bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser rojevê daxuyanî dan.
Trump pirsa li ser mizakereyên bi Îranê re bersivand û diyar kir ku gotûbêj didomin û got:
"Ew dixwazin tiştekî bikin, em binêrin bê encameke şênber derdikeve an na."
"Em bi wan re bi awayekî çalak diaxivin"
Trump "Operasyona Çakûçê Nîvşevê" (Midnight Hammer) ya ku tesîsên nukleer ên Îranê kiribûn hedef bi bîr anî û wiha axivî:
"Berê derfeteke wan hebû lê bi kêr nehat û me Operasyona 'Midnight Hammer'ê pêk anî.
Ez bawer nakim ku bixwazin ev yek ducare bibe. Dixwazin mizakereyan bikin. Niha em bi wan re bi awayekî çalak diaxivin."
Trump xwe ji dayîna hûrgiliyên li ser cih û dema civînên ku di çarçoveya mizakereyan de hatine plankirin da alî.
Li hêla din, Tirkiyeyê ragihandibû ku dikare rola navbeynkariyê bigire ser milê xwe.