Esed car din berê xwe da Erdogan

04-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Sûriyê Beşar Esed car din Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tometbar kir ku ew piştgiriya grûpên tundrew dike.

Beşar Esed duh pêşwazî li şandeke welatê Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Partiya Niştimanî, Dogu Perînçek kir.

Li gor ajansa fermî ya nûçeyên Sûriyê, di civînê de Esed gotiye, “Ev serdan nîşaneke ku têkiliyên rast ji aliyê gelan, ne ji aliyê hikûmetan ve tên avakirin.”

Herwiha Beşar Esed wiha gotiye: “Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hîna piştgiriya grûpên tundrew dike.”

Piştî ku ew şande vegeriya Tirkiyeyê, Serokê Partiya Niştimanî Dogu Perînçek li balafirgehe Stenbolê ji rojnamevanan re got: “Amerîka, AKPê û Îxwan Muslimîn wê di şerê li Sûriyê de bişikin.”

Bi gotina Perînçek, di civîna ligel Esed de, wan derbarê pêwîstiya karê hevbeş ji bo têkbirina terorê li Sûriyê û navçeyê de li hev kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst