Îsraîlê li başûrê paytexta Libnanê da
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê êrişeke asmanî bir ser bajarokê Ermûnê yê li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê.
Li gorî nûçeyên medyaya Libnanê, artêşa Îsraîlê li bajarokê Ermûnê avahiyek kiriye hedef.
Di encama êrişê de dengekî bihêz ê teqînê çêbûye û ew deng li Beyrûtê jî hatiye bihîstin.
Rayedarên Libnanê heta niha derbarê êrişê de ti daxuyaniya fermî nedaye.
Êriş didomin
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Libnanê (NNA) ragihand ku balafirên Îsraîlê bi şev êrişî herêmên Kefer Coz û Kefur ên li başûrê welêt jî kiriye.
Her wiha droneke Îsraîlê li asmanê Beyrûtê di asta nizm de difire.
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê ragihandibû ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin û li bakurê welêt sîrenan lê daye.
Piştî wê yekê artêşa Îsraîlê li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kiribû.
#VÎDEO - Îsraîlê Libnan jî daye ber bombeyan... Ev der bajarê Ermûnê ye#Israel #Lebanon pic.twitter.com/V7v9trs1Eq
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 4, 2026