Erebistana Siûdî: Em dê ji bo ewlehiya xwe hemû tedbîran bistînin

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Erebistana Siûdî da zanîn ku ew dê ji bo parastina axa xwe û ewlehiya welatê xwe hemû tedbîran bistînin.

Li gorî ajansa fermî ya Siûdiyê (SPA), civîna heftane ya Lijneya Wezîran bi serokatiya Mîrzayê Welîehd Mihemed bin Selman û bi rêya telekonferansê hatiye kirin.

Di civînê de rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn û bandora van a li ser ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî hatine nirxandin.

Hat destnîşankirin ku Siûdî dê hemû ra û tedbîran bistîne da ku axa xwe, welatiyên xwe û yên ku li wê derê dijîn biparêze.

Her wiha qala temasên birêvebiriya Riyadê yên herêmî û navneteweyî yên di çarçoveya rûdanên herêmî de hat kirin.

Pesnê helwesta “welatên dost û bira” hat dayîn ku li dijî êrişên Îranê yên li ser Erebistana Siûdî derketine û peyamên piştgiriyê şandine.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişên leşkerî yên li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiva van êrişan da û êrişî Îsraîlê kir.

Her wiha Îranê li Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreynê jî êrişî baregehên Amerîkayê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî di nav de gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin.

Li aliyê din, Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha 787 kes mirine.