Erebistana Siûdî: Me 9 dron xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wan 9 dronên ku ketibûn asmanê welêt xistine.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew 9 dronên ku ketine asmanê Erebistana Siûdî yekser hatine xistin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişên leşkerî yên li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiva van êrişan da û êrişî Îsraîlê kir.

Her wiha Îranê li Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreynê jî êrişî baregehên Amerîkayê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî di nav de gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin.

Li aliyê din, Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha 787 kes mirine.