Îsraîlê dîsa êrişî Libnanê kir, 10 mirî û 14 birîndar

1 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên asmanî yên artêşa Îsraîlê yên li Libnanê de, li gorî agahiyên destpêkê 10 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li Baelbekê 4 kes mirin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA), balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Baelbekê yê li rojhilatê welêt avahiyeke 4 qatî bombebaran kiriye.

Li Taxa Metrebeyê di avahiya ku hat bombebarankirin de, li gorî agahiyên destpêkê 4 kes mirine 6 kes jî birîndar bûne.

Xebatên rizgarkirina kesên ku di bin kavilan de mane didomin.

Li derdora Beyrûtê 6 kes mirin

Hat diyarkirin ku li bajarokê Ermûnê û herêma Sadiyatê yên li başûrê Beyrûta paytext jî 2 avahî hatine bombebarankirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya navxweyî yên ku xwe dispêrin Wezareta Tenduristiyê, di êrişên Îsraîlê yên li herêmên Ermûn û Sadiyatê de 6 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

NNAyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li herêma Hazmiyeyê ya li rojhilatê Beyrûtê jî bi êrişeke asmanî otelek bombebaran kiriye.

Piştî êrişê gelek otomobîlên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê.

Her wiha artêşa Îsraîlê li başûrê welêt êrişî derdora bajarokên Tayrî û Kunînê yên ser bi bajarê Nebatiyeyê ve jî kiriye.

Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê ragihandibû ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin û li bakurê welêt sîrenan lê daye.

Piştî wê yekê artêşa Îsraîlê li seranserê Libnanê dest bi êrişên asmanî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst