Hewlêr (Rûdaw) - Li Srî Lankayê êrişî keştiya şer a Îranê kiirn û 101 kes winda ne.
Li gorî nûçeya rojnameya Daily Mirrorê ya herêmî, keştiya "IRIS Dena"yê ya hêzên deryayî yên Îranê li peravên bajarê Galleyê yê Srî Lankayê banga alîkariya lezgîn kiriye.
Rayedarên Srî Lankayê diyar kir ku bûyer li derveyî avên wan ên herêmî qewimiye û ji bo veguhastina xebatkarên keştiyê operasyoneke mezin hatiye destpêkirin.
Keştiya şer a Îranê ya pola "Moudge"yê ku 180 xebatkar tê de bûn, bi qasî 2 hezar û 750 kîlometreyan dûrî Îranê hat lêxistin.
Hat ragihandin ku piştî êrişê, keştiyê banga hawarê kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê Vijitha Herath eşkere kir ku keştiya şer a Îranê li derveyî avên wan hatiye lêxistin.
Herath da zanîn ku 32 deryavanên ku bi giranî birîndar bûne, veguhastine nexweşxaneya bajarê Galleyê.
Li xebatkarên winda digerin
Wezareta Parastinê ya Srî Lankayê ragihand ku ji bo dîtina xebatkarên din ên keştiya ku 40 kîlometreyan li başûrê giravê hatibû lêxistin, xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Rayedarekî ji AFPê re got, "Em lêgerînê didomînin lê em hîn nizanin çi hatiye serê tîma din a keştiyê."
Li aliyê din, çavkaniyên hêzên deryayî û wezareta parastinê ya Srî Lankayê ji Reutersê re ragihand ku di êrişa keştiya binavî (submarine) ya li ser keştiya Îranê de herî kêm 101 kes winda ne û 78 kes jî birîndar bûne.
Herath li parlamentoyê axivî û got, "Keştiya fîrkateyn a Îranê ya bi navê Iris Dena bin av bû û me 30 deryavan rizgar kirin."
Operasyona berfireh
Berdevkê Hêzên Deryayî yên Srî Lankayê Buddhika Sampath diyar kir ku operasyon di çarçoveya berpirsyariyên navneteweyî de tê meşandin û got:
"Ji ber ku ev bûyer li qada me ya lêgerîn û rizgarkirinê ya li Okyanûsa Hindê qewimî, me di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên navneteweyî de bersiva banga alîkariyê da."
Rayedarên herêmî da zanîn ku nexweşxaneya sereke ya Galleyê ji bo pêşwazîkirina deryavanên birîndar ketiye rewşa amadebaşiyê.
Doh jî keştiya dronan hatibû binavkirin
Keştiya "IRIS Makran a ku Îranê ji bo operasyonên mûşek û dronan bi kar dianî û xwedî pisteke firînê ya 228 metreyî bû, doh ji aliyê Amerîkayê ve hatibû armanckirin.
Hatibû ragihandin ku ew keştî di encama êrişa li baregeha deryayî ya Bender Ebasê de hatiye binavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse