Îsraîl: Kapasîteya mûşekan a Îranê hîn jî zêde ye
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand, tevî ku êrişên li mûşekavêjan ên Îranê didomin jî hîn birêvebiriya Tehranê xwedî stokeke zêde ya mûşekan e.
Li aliyê din, Îsraîlê eşkere kir ku wan li bajarê Îsfehanê navendeke hilberîna mûşekên balîstîk ji holê rakiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin, îro di axaftina xwe ya televîzyonê de armancên êrişên li nav axa Îranê eşkere kirin.
Defrin got, “Me bi dehan mûşekavêjin ku ji bo Îsraîlê dibin metirsiyeke mezin ji kar xistin.
Ji bo kêmkirina êrişan em dê bombekirina van pêgehan bidomînin.
Lê belê di destê rejîma Îranê de hîn jî kapasîteyeke gelekî mezin û stokeke cebilxaneyê heye."
"Sîstemên parastinê bêkêmasî nînin"
Berdevk Defrin her wiha ji bo xelkê Îsraîlê hişyariyek da û anî zimên:
“Ez dixwazim careke din bi bîr bînim ku sîstemên me yên parastina asmanî nikarin ji sedî 100 pêşî li hemû mûşekan bigirin û bêkêmasî nînin. Divê welatiyên me pêbendî rênimayên ewlehiyê bin.”
Li Îsfehanê navenda mûşekên ‘Ghadr’ê hat bombekirin
Di daxuyaniyeke cuda ya Artêşa Îsraîlê de jî hat diyarkirin ku bi şev li bajarê Îsfehanê yê li navenda Îranê xaleke stratejîk hatiye armanckirin.
Hat ragihandin ku ev operasyon li ser navendeke mezin hatiye kirin.
Ev navend ji bo depokirin, çêkirin û avêtina mûşekên balîstîk dihat bikaranîn.
Li gorî raporên îstîxbarata leşkerî, di vê navenda ku hatiye bombekirin de bi taybetî mûşekên balîstîk ên cureya "Ghadr" dihatin çêkirin.
Hate zanîn ku menzîla van mûşekan 2 hezar kîlometre ye û xwedî kapasîteya hilgirtina serikên nukleerî ne.
Çavkaniyên Îsraîlê îdia dikin ku bi vê êrişê derbeke giran li zincîreya dabînkirina mûşekên menzîlnavîn û menzîldrêj ên Îranê ketiye.