RAPOR - Îran baregehên xwe yên ku hatine bombebarankirin di cih de temîr dike
Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke îstixbaratî ya Amerîkayê diyar dike ku her çend êrişên mûşekî yên Îranê bi rêjeya ji sedî 90 kêm bûbin jî, Tehran bi "lezeke ecêb" wan baregehên binerdî yên hatine bombebarankirin temîr dike û di nav çend demjimêran de wan dixe dewrê.
Ev rastî gumanê dixe ser wan îdiayên Pentagonê yên ku dibêje wan şiyana mûşekî ya Îranê ji nav biriye.
Li gorî raporeke rojnameya New York Timesê, karker û tîmên Îranê bi berdewamî mijûlî kolandin û derxistina wan platform û baregehên binerdî ne ku bi bombeyên Amerîka û Îsraîlê hatine armancgirtin.
Rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê jî amaje bi wê yekê kiriye ku Îran makîneyên kar ji bo derxistina wan platforman bi kar tîne ku ketine bin axê û piştî çend demjimêran dîsa mûşekan ji wan platforman davêje.
Dezgehên îstixbaratî yên Amerîkayê dibêjin, nirxandina rast a şiyana mûşekî ya Îranê gelekî zehmet e.
Çimkî Tehran hejmareke zêde ya "platformên sexte" bi kar tîne û Amerîka ne piştrast e bê ka çend ji wan platformên ku hatine têkbirin rast in yan jî sexte ne.
Kêmbûna êrişan û qebareya zererê
Di demekê de ku Pentagon û Koşka Spî îdia dikin ku wan li dijî Îranê bipêşketineke mezin bi dest xistiye, Berdevka Koşka Spî Anna Kellyê di daxuyaniyekê de got:
"Rastî ev in: Êrişên balîstîk û dronî yên Îranê ji sedî 90 kêm bûne, hêza wan a deryayî bi temamî ji nav çûye, du ji sêyan a kargehên wan ên hilberînê zerer dîtine yan jî wêran bûne.
Her wiha Amerîka û Îsraîl li asmanê Îranê xwedî serdestiyeke temam in."
Pentagon radigihîne ku di nav 5 hefteyên şer de, wan li Îranê li zêdetirî 11 hezar armancan daye.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî ragihand:
"Di 24 demjimêrên borî de hejmara herî kêm a mûşek û dronan ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin."
Şiyana niha ya Îranê çi qas e?
Tevî kêmbûna êrişan jî, di destê Îranê de hîn rêjeyeke zêde ya mûşek û platformên gerok mane.
Li gorî raporeke CNNê, hîn nîvê platformên mûşekî yên Îranê wekî xwe mane.
Rayedarên Amerîkî û Rojavayî eşkere dikin ku Îran rojane nêzîkî 15-30 mûşekên balîstîk û 50 heta 100 dronên xwekuj dişîne Îsraîlê lê mûşekan bi awayekî bikom navêje, yek yek yan jî du du davêje.
Rayedarên berê yên Amerîkayê sedema vê yekê ji bo hebûna pirsgirêkên di nav hikûmeta Îranê de û têkçûna pergala "fermandarî û kontrolê" vedigerînin ku wiha kiriye nekaribin hejmareke zêde ya mûşekan bi hev re bavêjin.
Berpirsên îstixbaratê yên Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku Îran bi zanebûn beşeke zêde ya platformên xwe di şikeft û baregehên binerdî de vedişêre ku şiyana xwe ya mûşekî biparêze.
Ew dibêjin stratejiya Tehranê ew e ku heger şer dirêj bike, karibe zextê bidomîne yan jî heger şer bi dawî bibe, hîn jî wekî gefekê ji bo herêmê bimîne.