Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniya Amerîkayê ya ku dê piştgiriyê bide derketina keştiyên asêmayî yên li Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Xatemul Enbiyayê ragihand ku eger hêzên Amerîkayê nêzîk bibin ew dê wan bikin hedef.
Li gorî têlevîzyona dewletê ya Îranê, di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Xatemul Enbiyayê de hatiye destnîşankirin:
"Em hişyariyê didin ku eger her hêza çekdar a biyanî, bi taybetî jî artêşa dagirker a Amerîkayê, hewl bide nêzîk bibe an jî bikeve Tengava Hurmizê dê rastî êrişê were."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kontrola Tengava Hurmizê di destê Hêzên Çekdar ên Îranê de ye û divê derbasbûn jî di bin hevahengiya wan de bên kirin.
Her wiha bangî keştiyên li herêmê hat kirin ku "bêyî hevahengiyê derbas nebin û ewlehiya xwe nexin metirsiyê."
"Amerîka aboriya cîhanê dixe metirsiyê"
Di daxuyaniyê de her wiha hat bilêvkirin ku Amerîka bi "korsaniya deryayî" aboriya cîhanê dixe metirsiyê û Îran jî dê li hemberî her cure gef û êrişê bersiveke tund bide.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kiribû ku ew dê dest bi piştgiriya "Projeya Azadiyê" bike.
Ev proje dê îro ji bo misogerkirina derbasbûna keştiyên bazirganiyê di Tengava Hurmizê de dest pê bike û di vê pêvajoyê de dê 15 hezar personelên leşkerî peywirdar bin.
Daxuyaniya Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî daxuyandibû ku ew dê ji îro pê ve dest bi alîkariya keştiyên welatên "bêalî" bikin ku li Tengava Hurmizê asê mane û pêwendiya wan bi krîza Rojhilata Navîn re nîne û gotibû:
"Ji bo berjewendiya Îran, Rojhilata Navîn û Amerîkayê, me ji van welatan re got ku em dê keştiyên wan bi ewlehî ji vê tengava asê derxin da ku ew karibin bi azadî û bêyî pirsgirêk karên xwe bidomînin."
Trump ti welat bi nav nekiribû lê ji bo wan welatan anîbû zimên ku "ew ji deverên cuda yên cîhanê ne û ti pêwendiya wan bi rûdanên Rojhilata Navîn re nîne."
Trump destnîşan kiribû ku operasyon dê zêdetir ji bo armancên mirovî were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse