Eraqçî û Dar bi telefonê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar, li ser hewldanên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê ya li ser medya civakî, her du wezîran bi telefonê hevdîtinek pêk aniye.
Di hevdîtinê de “rûdanên herêmî, bidawîkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û xebatên dîplomatîk ên ji bo pêkanîna aştiyê” hatine gotûbêjkirin.
Ebas Eraqçî her wiha aniye zimên ku ew rola navbeynkariyê ya Pakistanê teqdîr dikin.