Îmarat: Me 4 mûşekên Îranê xistin xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku 4 mûşekên ji Îranê hatine avêtin ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatine îmhakirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku 3 ji wan mûşekan li asmanê herêmên avî yên welêt “bi serkeftî” hatine têkbirin.

Mûşeka çaremîn jî beriya ku bigihîje armanca xwe ketiye deryayê.

Dengên bilind hatin bihîstin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dengên bilind ên li deverên cuda yên welêt hatine bihîstin ji ber wê yekê ne ku pergala parastina asmanî mûşek têk birine.

Li gorî daxuyaniyê rewş di bin kontrolê de ye.

Rayedarên Îmaratê ji welatiyan xwest ku eger ew peyameke hişyariyê wergirin an rastî rewşeke awarte werin, li gorî tedbirên ewlehiyê yên giştî tevbigerin.

Peymaneke mayînde çênebûye

Li aliyê din, 28ê Sibatê aloziyan di navbera Amerîka û Îsraîlê û Îranê de dest pê kiribû.

Piştî vê aloziyê 8ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê agirbestek hatibû îlankirin.

Ev agirbesta ku heta 2 hefteyan bû, paşê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat dirêjkirin.

Lê tevî vê agirbestê jî heta niha di navbera aliyan de peymaneke mayînde çênebûye.