Recep Tayyip Erdogan li koşka serokatiyê li Enqerê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir

04-09-2020

15:54

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi dawî hat

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li koşka serokomariya Tirkiyê li Enqerê bi dawî hat. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, civîna navbera herdu serokan demjimêrek û 15 xûlekan dom kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan îro serdana Tirkiyê kir.

Berî civîna bi Erdogan re, Nêçîrvan Barzanî danê sibê û di demjimêr 09:30 de li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiyabû.

Zêdetir bixwîne

15:10

Sefîn Dizeyî: Civînên Nêçîrvan Barzanî li Enqere û Bexdayê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê nîşan didin

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî derbarê serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand, civînên Nêçîrvan Barzanî li Enqere û Bexdayê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê nîşan didin.

Sefîn Dizeyî ku endameke wê şandê ye ku bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li Enqerê ye, amaje bi wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê dikare aktoreke hevkêşeyan be.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê sedema leşkerkêşiya Tirkiyê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê vegerande ser hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û got, operasyon û leşkerkêşî û şerê navbera PKKê û Tirkiyê bûye sedema “malwêraniyê bo xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê.”


Zêdetir bixwîne

14:06

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan destpê kir

Kêliyek berî niha civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê destpê kir.

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û herdu serok niha di civînê de ne.

Îro danê sibê û di demjimêr 09:30 de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyabû.

Derbarê vê civînê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyekbelav kir û têde ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna pandemiya Coronayê nîşan da û tekez kir, ji bo wê yekê Enqere dê alîkariyê tendirustiyê bo Hewlêrê bişîne.

Herwiah di daxuyaniyê de hatiye gotin, peywendiyên Hewlêr-Bexda û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên DAIŞê û rûbirûbûna wê, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û çend mijarên din ên giring bo herdu aliyan, aliyekê din ê civînê bû.

Li aliyekê Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê bûye û dibêje: “Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Felah Mistefa dibêje, giring e ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê berdewam bin û tekez dike, “Tirkiye amade ye alîkariya kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê bike.”

Tê nûkirin….

Zêdetir bixwîne

12:58

Felah Mistefa: Serdana Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Erdogan e

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê bûye û dibêje: “Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Felah Mistefa dibêje, giring e ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê berdewam bin û tekez dike, “Tirkiye amade ye alîkariya kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê bike.”

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diayr kir, “di civîna li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, behsa xurtkirina peywnediyên bazirganî hat kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Enqere ya paytexta Tirkiyê ye û biryar e îro demjimêr 14:00 li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro demjimêr 09:30  li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiya û hin mijarên peywendîdar ên navbera herdu aliyan gotûbêj kirin.

Zêdetir bixwîne

12:38

Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî, Tirkiyê biryar da alîkariyên tendirustî ji Herêma Kurdistanê re bişîne

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu

Srokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civînê de tekezî li pêşxistina zêdetir a tevgera bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê di civînê de amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Coronayê de nîşan da û diyar kir, ku Tirkiye dê alîkariyên tendirustiyêji nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê re bişîne.

Herwiah di daxuyaniyê de hatiye gotin, peywendiyên Hewlêr-Bexda û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên DAIŞê û rûbirûbûna wê, pêşhatên herî dawî yên rewşa navçeyê û çend mijarên din ên giring bo herdu aliyan, aliyekê din ê civînê bû.

 

Zêdetir bixwîne

10:54

Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu civiyan

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu li Enqerê
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu li Enqerê

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û bi hev re taştê xwarin.

Herdu aliyan derbarê çend mijaran de gotûbêj kirin. Herwiha biryar e îro piştî nîvro û di demjimêr 14:00 de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Tirkiyê bicive.

 

Zêdetir bixwîne

08:35

Recep Tayyip Erdogan li koşka serokatiyê li Enqerê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê, 4ê Îlona 2020.

 Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro serdana Tirkiyê dike û li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Malpera Serokatiya Tirkiyê bernameya serdana Serokê Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand, îro demjimêr 14:00 Nêçîrvan Barzanî li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û derbarê peywendiyên navbera herdu aliyan de gotûbêjan dikin.

Herwiha yekemîn hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê di demjimêr 09:30 de û bo taştê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibe.

Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Rêveberê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa pêk hatiye.

Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û bi hev re taştê  xwarin.

Herdu aliyan derbarê çend mijaran de gotûbêj kirin. Herwiha biryar e îro piştî nîvro û di demjimêr 14:00 de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Tirkiyê bicive.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji xelkê Amedê pirsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Piraniya xelkê di wê baweriyê de ne ger têkiliyên herdu aliyan baş bibin ev yek dê rasterast bandora xwe bi awayeke erênî li ser bazirganiya navbera herdu aliyan de bike. Bi vî awayî herdu alî jî dê qezenç bikin.

 

 

Roja 2ê Îlona 2020, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hejmarek berpirsên din ên hizbî û hikûmî yên Iraqê civiyabû.

Berî serdana îro, herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê di Hezîrana 2019 de serdana Tirkiyê kiribû, ku wê demê Serokomarê Tirkiyê Erdogan gotibû, Nêçîrvan Barzanî mêvanê wî yê taybet e.

 

Zêdetir bixwîne