Îmarat elektrîkê ji zibilê berhem tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Zibil û gilêş li biyabanên Îmaratê zêde dibin û bûye pirsgirêkeke cidî. Vî welatî rêyeke nû dîtiye ku ji vê pirsgirêkê rizgar bibe. Ew jî danîna kargehê ye ji bo şewitandin û guherîna beşekê ji wê zibilê bo berhemanîna elektrîkê.

Her çiqas Îmarat bi gaz û petrolê dewlemend e jî, lê ev welat bi vî awayî dibe yekem welatê Kendavê ku elektrîkê ji zibilê berhem tîne.

Endezyar li Kompanyaya Rêvebirina Zibilê Nouf Wezêr, dibêje, “Her kes nizane ku zibil jî binirx e. Li vir, li Kompanyaya  Bîea  em bawer in ku zibil xwedî nirx e û belge jî ew e ku em elektrîkê jê berhem tînin. Ev tiştek e ku gelek welat û şêniyên cîhanê arezûyê jê dixwazin.”

Ji bilî çareserkirina beşekê ji pirsgirêka kombûna zibil û gilêşê, berhemanîna elektrîkê dibe sedem ku Îmarat di berhemanîna elektrîkê de, pişta xwe kêmtir bi gaza xwezayî girê bide. Ev projeya mezin ku li Şarîqayê tê cîbicîkirin û biryar e îsal dest bi kar bike, ewqas elektrîkê berhem tîne ku dikare 28 hezar malan ronîdar bike û elektrîka pêwîst ji wan re peyda bike.

Rêveber li Kompanyaya Zibila bo Enerjiyê ya Şarîqayê Alya Neqbî, dibêje, “Armanca vê projeyê ew e ku salane 300 hezar ton ji paşmaya ku rîsayklîn nabe, bibe elektrîk. Ev 300 hezar ton ji sedî 24ê wê zibilê pêk tînin ku em salane werdigirin.”

Îmarat navendeke mezin a bazirganiya navdewletî ye. Ji ber vê yekê jî, her sal bi hezaran ton zibil û gilêş lê kom dibin û bûye pirsgirêkeke mezin a jîgehê. Hevdem bikaranîna elektrîkê li wî welatî li gor sala 1990î, bi rêjeya ji sedî 750 zêde bûye. Bi zêdebûna hejmara şêniyên Îmaratê bo nêzîkî 10 milyon kesan, dezgehên wiha di çend aliyan de xizmeteke mezin pê dikin. Qebareya zibilê kêm dike û birek ji pêdiviyên elektrîkê jî misoger dike.