Îranê li Kendavê dest danî ser 2 keştiyan
Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku wan keştiyan sotemeniya qaçax hildigirt.
Pêwendiyên Giştî yên Herêma Duyem a Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku hêzên wan li nêzîkî girava "Farsî" ya li Kendavê, 2 keştî rawestandine.
Hat eşkerekirin ku di wan keştiyan de milyonek lître petrola qaçax hebûye.
Li gorî daxuyaniyê, 15 karmendên her du keştiyan ku welatiyên biyanî ne, ji aliyê hêzên Supaya Pasdaran ve hatine desteserkirin.
Lê belê di daxuyaniyê de nehatiye diyarkirin ku keştî yên kîjan welatî ne û karmendên wan xelkê kû derê ne.
Fermandarê Herêma Duyem a Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê Heyder Huneriyan Mucerad ragihand ku piştî desteserkirinê, her du keştî û karmendên wan ji bo darizandinê veguhastine Bendera Bûşehrê.
Ev gava Îranê di demekê de ye ku herêm di rewşeke gelekî hestyar de ye.
Amerîkayê hêzeke zêde li herêmê bi cih kiriye û Washingtonê hişyarî daye Tehranê ku eger dan û standinên çaverêkirî yên di navbera wan de bi ser nekevin, dê bijardeya leşkerî û bikaranîna hêzê ya li dijî Îranê vekirî be.
Supaya Pasdaran a Îranê berê jî gelek caran di avên Kendavê û Tengava Hurmuzê de bi tohmeta "qaçaxçîtî" yan jî "binpêkirina yasayên navneteweyî" dest danîye ser keştiyên welatên cuda.