Termên 87 leşkerên Îranê ji deryayê hatin derxistin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Srî Lanka Keştî Îran Cenaze Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Srî Lankayê ragihand ku wan termên 87 leşkerên Îranê ji keştiyeke şer a Îranê ya li Okyanusa Hindê derxistine ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû hedefgirtin û binavkirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth di civîneke rojnamegeriyê ya li Pentagonê de ragihand ku navê wê keştiya Îranê ya ku hatiye binavkirin “IRIS Dena” ye û wekî "Keştiya Şanaziyê" ya Komara Îslamî ya Îranê dihat dîtin.

Pete Hegseth got, "Keştiyeke jêrderyayî ya Amerîkayê keştiyeke şer a Îranê bin av kir ku Îranê wiha dizanibû li avên navneteweyî parastî ye lê hat têkbirin."

Ev wekî yek ji wan rewşên kêmpeyda tê dîtin ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jêrderyayiyek keştiyeke şer bin av dike.

Sînyala hawarê (SOS)

Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê Vijitha Herath li parlamentoya welatê xwe ragihand ku wan ji keştiyê sînyaleke hawarê (SOS) wergirtiye ku 180 kes tê de bûne.

Dema tîmên rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê, ti şopên keştiyê nemabûn, tenê lekeyên petrolê, belemên rizgarkirinê û çend kesên ku avjenî dikir li ser rûyê avê mabûn.

Berdevkê Hêza Deryayî ya Srî Lankayê Buddhika Sampath jî ragihand ku heta niha 32 kes sax hatine rizgarkirin û ew veguhastine nexweşxaneya bajarê Galleyê yê li başûrê welêt.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Anil Jasinghe eşkere kir ku rewşa yek ji rizgarkiriyan gelekî giran e û 7 kesên din jî têne dermankirin.

"Keştiya Şanaziyê" bû du parçe

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) vîdeoyek belav kir ku kêliya êrişê nîşan dide.

Di vîdeoyê de diyar dibe ku keştiya Îranê ji ber teqîneke bihêz a di binê avê de dibe du parçe û pêleke mezin a avê ber bi asman ve bilind dibe.

Keştiya IRIS Denayê yek ji keştiyên herî nû û bipêşketî yên Îranê bû ku bi topên giran, mûşekên dijîkeştî û dijîfirokeyan hatibû çekdarkirin.

Ev keştî Sibata 2023yan ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve bi sedema ku bi şirketên dronan ên ku çek ji Rûsyayê re dabîn dikirin re hevkarî kiriye, hatibû cezakirin.

Armanc îmhakirina hêza deryayî ya Îranê ye

Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper ragihand ku ji destpêka şer ve herî kêm 17 keştiyên şer ên Îranê hatine binavkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku yek ji armancên sereke yên operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Fury), îmhakirina temamî ya hêza deryayî ya Îranê ye da ku rêyên veguhastina enerjiyê yên li cîhanê werin parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst