Şerê neyeksan: Dronên 20 hezar dolarî li hemberî mûşekên milyon dolarî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan ne tenê temaşeyî dûmana şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re dike, di heman demê de çavê wê li ser lêçûnên wî şerî  ye jî.

Şer ne tenê ceribandinek e ji bo hêza cebilxaneyan, di heman demê de metirsiyeke mezin e ji bo xezîneya aliyên ku di şer de ne.

Şer ne di warê çekan de û ne jî di warê mesrefan de hevseng e.

"Lêçûna dronê di navbera 20 û 50 hezar dolarî de ye"

Pisporê Teknolojiyê Tom Clark diyar kir ku di navbera lêçûna çekên Îranê û wan çekên ku ji bo parastinê li hemberî wan tên bikaranîn de nehevsengiyeke aborî ya mezin heye û got:

"Mînak em Îmaratê bidin ber çavan ku di pûçkirina êrişên bi mûşekan û dronan ên Îranê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û dibêje wê zêdetirî ji sedî 90ê wan xistine xwarê.

Lê lêçûna droneke 'Şahid'ê tenê di navbera 20 û 50 hezar dolarî de ye, di demekê de ku mûşeka ku ji bo têkbirina wê tê bikaranîn lêçûna wê di navbera 500 hezar heta milyon û nîv dolaran de ye."

Amerîkayê tenê di 24 saetên yekem ên operasyonê de, nêzîkî 779 milyon dolaran xerc kirin.

Pentagon bi hemû giraniya xwe ketiye qadê, ji balafirên B-2 û F-35an bigire heta mûşekên Tomahawkê.

Lê tenê di bûyereke teknîk a li asmanê Kuweytê de, 3 balafirên şer ên Amerîkayê ketin ku ev bi serê xwe derbeyeke aborî ya çend sed milyon dolaran bû.

Wezareta Aborî ya Îsraîlê hişyarî da

Îsraîl jî di bin zexteke mezin de ye.

Wezareta Aborî ya wî welatî hişyariyê dide û dibêje, eger rewş wisa bidome, dê lêçûna şer û zererên aborî heftane bibe nêzîkî 3 milyar dolaran.

Pispora Stratejiya Leşkerî Kelly Griecoyê jî li ser şerê heyî got:

"Di stratejiya westandina aliyê dijber de ev hevrikî bi zelalî di berjewendiya Îranê de ye.

Ji ber ku em bi hûrgilî nizanin ka çend dronên 'Şahid' ên Îranê hene lê bê guman hejmara wan zêde ye û ji tevahiya cebilxaneya mûşekên parastinê yên li ber dest zêdetir e."

Welatên Kendavê jî ketine bin barê giran ê van mesrefan.

Welatên Ereban tenê di du rojên şer de, neçar man ku ji bo bersivdayîna 400 mûşekên Îranê 800 mûşekên giranbiha biteqînin.

Bi vî rengî lêçûneke zêde li ser milê wan dikeve û nayê zanîn ka dê heta kengî karibin li ber xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst