Isaac Herzog: Guhertina desthilata Îranê ne armanca me ya sereke ye

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Isaac Herzog Îsraîl Îran Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog diyar kir ku armanca sereke ya operasyonên leşkerî yên niha yên li dijî Îranê "li Rojhilata Navîn pêkanîna guherînê ye" û ne şert e ku guhertina desthilatê be.

Herzog her wiha da zanîn ku Îsraîl daxwaza êrişeke bejahî nake.

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog hevpeyvînek da kanala CBSyê ya Amerîkayê.

Herzog diyar kir ku ji bilî tevgerîn û lêdana Îranê "gelek vebijêrkên din li pêşiya Îsraîl û Amerîkayê nebûn."

Herzog axaftina xwe wiha domand:

"Dema wê hatiye ku her kes ji Îranê re bibêje: Em bêzar bûne û divê ev rewş were guhertin."

Armancên şer

Derbarê wê yekê de ka gelo armanc guhertina desthilatê ye, Herzog eşkere kir ku "ne şert e" ew armanca sereke be, belkî armanc ev in:

Yekem: Felckirina şiyana Îranê ya ji bo çêkirina çeka nukleerî.

Duyem: Rawestandina piştgiriya darayî ya ji bo grûpên çekdar ên wekî Hemas, Hizbulah û Hûsiyan.

Sêyem: Guhertina Rojhilata Navîn.

Serokkomarê Îsraîlê got, "Bi her awayî be, eger ev yek bibe sedema guhertina rejîmê, ew çi qasî zûtir bibe ew qasî baştir e."

"Plana veşartî" ya Îranê

Herzog qala wê yekê kir ku dilgiraniyeke wan a hevpar bi Washingtonê re li ser "planeke veşartî ya nû" ya Îranê ya ji bo lezkirina çêkirina çekên nukleerî heye.

Wî her wiha anî zimên ku zanyariyên wan ên îstixbaratî hebûn ku Tehran dixwaze cebilxaneya xwe ya mûşekên menzîldirêj ji 2 hezaran derxe 20 hezar mûşekan.

Tora CBSyê destnîşan kir ku Îsraîl û Amerîkayê ti belge pêşkêş nekiriye ku îsbat bike Îran mijûlî çêkirina çekên nukleerî ye.

Êrişa bejahî nayê kirin

Herzog diyar kir ku ew daxwaza êrişeke bejahî nakin û got:

"Bila ez bi zelalî bibêjim, ez daxwaza hebûna hêzan a li qadê nakim.

Ez vê daxwazê ne ji Amerîkiyan dikim ne jî ji ti kesekî din."

Serokkomarê Îsraîlê her wiha ew yek red kir ku Îsraîlê Amerîka kêşabe nav vî şerî û got, "Îsraîl tiştekî li Serok Trump ferz nake."

Rapirsî û raya giştî

Serokkomarê Îsraîlê li xwe mikur hat ku "li Amerîkayê piştgirî ji vî şerî re nayê dayîn" lê wî sedema vê yekê bi wê ve girê da ku xelk ji alozbûna şer fêm nake û wî şerî bi şerên berê re berawird dikin.

Li gorî rapirsiyeke CBSyê, ji sedî 62yê Amerîkiyan wisa difikirin ku Koşka Spî armancên şer ji xelkê re eşkere nekirine.

Derbarê wê yekê de ka dê kî di paşerojê de serkirdayetiya Îranê bike jî Herzog got:

"Erkê me nîne ku em biryarê bidin ka dê kî serkirdayetiya Îranê bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst