Pentagon di êrişên li Îranê de hişê çêkirî bi kar tîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pentagon Îran Amerîka Hişê Çekirî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ji bo ku di 24 demjimêrên ewil ên êrişa xwe ya li Îranê de li hezar armancên mezin bide, pişta xwe bi teknolojiya herî nû yahişê çêkirî girê dide.

Li gorî berpirsên leşkerî yên Amerîkayê, pergala hişê çêkirî ya artêşa Amerîkayê ya bi navê "Maven" ku şirketa Palantirê çêkiriye, agahiyan ji amarên nihênî yên peykan (satelite) û çavkaniyên din ên îstixbaratê werdigire.

Pergal li gorî girîngiyê, armancan diyar dike û wan rêz dike.

Pergala Maven û Claude

Di nav vê pergalê de, amûra hişê çêkirî ya şirketa Anthropicê ya bi navê "Claude" hatiye danîn.

Di maweyê sala borî de, berpirsên leşkerî dîtine ku Claude bi Mavenê re bi pêş ketiye.

Ew bûye amûrek ku rojane di piraniya beşên artêşê de tê bikaranîn.

Dema plandanîna ji bo êrişa leşkerî ya li Îranê, pergala Mavenê bi sedan armanc pêşniyar kirin.

Cihên erdnîgarî yên wan diyar kirin û li gorî girîngiyê ew rêz kirin.

Bikaranîna Maven û Claudeê ya bi hev re wisa kiriye ku êriş bileztir bibe.

Her wiha şiyana Îranê ya ji bo bersivdanê kêm bike û plana şer a çend hefteyan bike operasyoneke bilez.

"Em gihîştine qonaxeke nû"

Alîkarê Serokê Navenda Asayîşa Nû ya Amerîkayê Paul Scharre qal kir ku hişê çêkirî di şer de bi awayekî çalak tê bikaranîn.

Scharre li ser vê mijarê got:

"Girîng e ku em gihîştine qonaxekê ku hişê çêkirî ne tenê ramanek e, belkî ji bo piştgiriya operasyonên rasteqîn tê bikaranîn.

Guhertina sereke ew e ku hişê çêkirî alîkariya artêşa Amerîkayê dike da ku armancan gelekî bileztir diyar bike. Bileztir ji wê yekê ku mirov karibe bike."

Ji 20 hezarî zêdetir karmend bi kar tînin

Pentagonê dawiya sala 2024an dest bi bikaranîna chatbotê "Claude" ê şirketa Anthropicê li gel pergala "Maven"ê kir.

Ev pergal ji bo pêşniyarkirina armancan, şopandina pêdiviyan û kurtekirina zanyariyên hewalgiriyê hat bikaranîn.

Îdareya Trump bikaranîna "Maven"ê ji bo beşên din ên artêşê jî berfireh kir.

Heta meha Gulana sala borî, zêdetirî 20 hezar karmendên Pentagonê ew bi kar dianîn.

Ji şerê Efxanistanê heta Îranê

Raporên medyaya Amerîkayê qal dikin ku ew fermandarên niha serperiştiya operasyona li dijî Îranê dikin, di bikaranîna "Maven"ê de şareza ne.

Wan guhertoyên kevn ên pergalê di dema vekişîna Amerîkayê ya ji Efxanistanê ya di sala 2021ê de bi kar anîn.

Her wiha ji bo piştgiriya Îsraîlê ya piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan jî sûd jê wergirtin.

Hîn ne eşkere ye bê gelo lîsteya armancên "Maven"ê beriya êrişê bi Îsraîlê re hatiye parvekirin an na.

Lê her du welatan ji bo çend mehan alîkariya hev kir ji bo diyarkirina armancan.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de piştî destpêkirina operasyonan got:

"Ji bo amadekirina lîsteyeke mezin û giranbiha ya armancan bi hezaran demjimêran kar hatiye kirin û ev jî bi hevkariya nêzîk a bi artêşa Amerîkayê re bûye."

Parastina Amerîkayê

Anthropic yekem şirketa mezin a hişê çêkirî bû ku bi agahiyên nehênî re kar kir.

Hefteya borî, Birêvebirê Cîbicîkar ê Şirketê Dario Amodei got ku Claude bi awayekî berfireh di Wezareta Parastinê û saziyên din ên ewlehiyê de tê bikaranîn.

Ev yek ji bo analîzkirina agahiyên îstixbarat û plandanîna ji bo operasyonan e.

Amodei di postekê de nivîsîbû, "Baweriyeke min a mezin bi wê yekê heye ku divê hişê çêkirî ji bo parastina Amerîkayê û welatên din ên demokratîk were bikaranîn. Her wiha ji bo têkbirina hevrikên me."

Hevrikiya şirketên teknolojiyê

NATOyê, sala borî bi şirketa Palantirê re peymanek îmze kir.

Di van demên dawiyê de di vîdeoyekê de, NATOyê pergala Mavenê wisa nîşan da ku şiyaneke mîna lîstikên vîdyoyî dide fermandaran da ku serperiştiya şeran bikin.

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Georgetownê, di nav artêşa Amerîkayê de, Yekîneya 18an a Asmanî ev pergal bi kar aniye.

Vê pergalê wisa kiriye ku yekîneyek tenê bi 20 kesî, karibe karê 2 hezar kesî bike.

Niha şirketên din ên di warê hişê çêkirî de amade ne ku li Pentagonê cihê şirketa Anthropicê bigirin.

Şirketa xAI ya Elon Musk hefteya borî peymanek îmze kir da ku li ser pergalên nehênî yên hikûmetê bixebite.

Her wiha şirketa OpenAI jî ku hevrikê sereke yê Anthropicê ye, heman gav avêt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst