TEL EVÎV - Hûsiyan êrişî Balafirgeha Ben Gurionê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hûsiyan a li Yemenê ragihand ku wan bi mûşekeke balîstîk û gelek balafirên dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurionê ya li Tel Evîvê kiriye.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan li dijî hinek xalên ku wekî "dilê Îsraîlê" tên hesibandin operasyoneke nû daye destpêkirin û got:

"Me li herêma Yafayê Balafirgeha Lodê (Ben Gurion) û li başûrê Filistîna dagirkirî gelek armancên girîng ên leşkerî bi mûşekeke balîstîk û gelek dronan lêdan."

Yehya Serî destnîşan kir ku ev êriş ji destpêka şer ve pêncemîn operasyona leşkerî ye ku wan li dijî axa Îsraîlê pêk aniye.

Berdevkê Hûsiyan derbarê çarçoveya êrişê hûrgilî dan û îdia kir ku ev çalakî "operasyoneke hevbeş" bûye ku li gel Supaya Pasdaran a Îranê, Artêşa Îranê û Hizbulaha Libnanê hatiye kirin.

Serî da zanîn ku operasyon serkeftî qediyaye û armanc bi hûrbînî hatine lêdan.

Hûsiyan wekî parçeyek ji "Eniya Berxwedanê" tekez kir ku heta êrişên li hevpeymana wan Îranê rawestin û "serkeftina dawî" pêk neyê, ew dê çalakiyên xwe yên leşkerî bidomînin.

Hûsiyan 27ê Adarê hişyarî dabû Amerîka û Îsraîlê û ragihandibû ku eger Deryaya Sor li dijî Îranê were bikaranîn "tiliya wan li ser tetikê ye" û ew ji bo destwerdana rasterast amade ne.

Yekser roja piştî wê hişyariyê, yanî 28ê Adarê wan bi mûşeka balîstîk êrişî başûrê Îsraîlê kir û bi awayekî fermî tevlî şer bûn.