Çend Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyane?

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriyeyî Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî guherîna desthilata li Sûriyeyê herî kêm 600 hezar Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê hejmara penaberên Sûriyeyî yên ku vegeriyane welatê xwe daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku ji sala 2016an ve, bi giştî milyonek û 407 hezar û 568 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Li Tirkiyeyê 2 milyon û 300 hezar Sûriyeyî mane

Hat diyarkirin ku niha li Tirkiyeyê 2 milyon û 280 hezar û 542 Sûriyeyî bi awayekî qeydkirî mane.

Bi taybetî piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilat guherî, liv û tevgera vegerê zêdetir bûye.

Li gorî amarên wezaretê, piştî wê dîrokê 667 hezar û 565 kesên din ji Tirkiyeyê derketine û çûne welatê xwe.

Wezaretê destnîşan kir ku ev amar bi rêya kontrolên li deriyên sînor, raporên tevgera nifûsê û berhevkirina çavkaniyên cuda bi hûrgilî hatine amadekirin.

Tirkiye di rêza yekem de ye

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî ji roja ku desthilat guheriye û heta niha, li seranserê herêmê bi giştî milyonek û 630 hezar û 874 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Tirkiye, bi vegera 639 hezar û 995 kesan, di lîsteya welatên ku herî zêde Sûriyeyî ji wan vedigerin de di rêza yekem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst