Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye: Em dê rûpeleke nû vekin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê got, “Em dê rûpeleke nû vekin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê civîna xwe ya bi kesê ku ji bo avakirina hikûmeta Îraqê hatiye erkdarkirin Elî Zeydî re axivî.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, "Zeydî ji min re gotm tiştê ku ji destê min were ez dê ji bo çareserkirina pirsgirêka meaşên Herêma Kurdistanê bikim."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Elî Zeydî qal kiriye ku pirsa meaşan û mafên karmendên Herêma Kurdistanê jî wekî hemû deverên Îraqê mafê wan e.

Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe ya bi Zeydî re got, "Wî bi xwe got ku ew tiştê ku ez karibim di vê mijarê de bikim, ez dê teqez bikim, çimkî ev mafê wan e."

"Em dê rûpeleke nû vekin"

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civîna xwe ya bi Mihemed Helbûsî re jî anî zimên ku wan bi hev re axiviye û got:

"Civîna me gelekî baş bû. Ya ku girîng bû ew e ku em her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê em rûpeleke nû vekin.

Bi Helbûsî re civîneke gelekî baş çêbû. Bi daxwaza Xwedê dê ev yek berdewam bike."

Nêçîrvan Barzanî doh çû Bexdaya paytexta Îraqê.

"Têgihîştineke baş heye"

Nêçîrvan Barzanî di roja yekem a serdana xwe de,  bi Serokkwezîrê Erkdarkirî yê Îraqê Elî Zeydî re civiya.

Elî Zeydî doh li ser encama civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re axivî û got:

"Li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de têgihîştineke baş hebû û ji bo çareserkirina wan hêsankarî hatin kirin.

Mijarên mayî yên pêwendîdar jî bi îzna Xwedê dê di vê hikûmetê de bên çareserkirin."

Elî Zeydî derbarê pirsgirêka meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî got:

"Hemû pirsgirêkên têkildarî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê çareser dibin.

Ev meaşên gel û welatiyan in û ne rast e ku dereng bikevin."

Hevdîtinên li Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê ji xeynî Elî Zeydî, bi gelek rayedarên din ên Îraqê re civiya.

Ew bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî, Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer û Serokê Tevgera Hîkmetê Emar Hekîm re civiya.

Civînên Nêçîrvan Barzanî îro jî li Bexdayê li pey hev didomin.

Wî heta niha bi Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê, parlamenterên Xiristiyan ên li Parlamentoya Îraqê û Serokê Esaîb Ehlî Heqê Qeys Xezelî re hevdîtinan kirine.