Îsraîlê Beyrût bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan navçeya Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran kiriye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku wan êrişî cihên hilberîna dronan ên Hizbulahê kiriye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê nexşeyek parve kir ku tê de 4 avahiyên li navçeyên Hades, Hureyk û Burc el-Baracine yên li başûrê Beyrûtê hatine destnîşankirin hene.

Adraee îdia kir ku ew 4 avahiyên li wan navçeyan, tesîsên Hizbulahê ne û daxwaza valakirina avahiyên derdorê kiribû.

Tevî peymana agirbestê ya 27ê Çiriya Paşîn a 2024an a di navbera Îsraîl û Libnanê de Îsraîl gelek caran bombebaranên xwe berdewam dike.