Îsraîl: Me li Libnanê 4 fermandarên Hizbulahê bombebaran kirin

 Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê li 4 fermandarên Hizbulahê xistiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî da zanîn ku ji ber bombebaranan kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 4 fermandarên Hizbulahê li başûrê Libnanê kiriye hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişê di daxuyaniyekê de da zanîn:

“Li bajarokê Bint Cubeylê 3 otomobîl û li bajarokê Hasbayayê malek hatin bombebarankirin.

Ji ber bombebaranan kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.”

Radyoya artêşa Îsraîlê jî derbarê êrişan anî ziman:

“Armanca bombebaranan 4 fermandarên Hizbulahê bûn.

Yek ji fermandaran hatiye kuştin û çarenivîsa sêyên din ne diyar e.”

Hizbulahê Çiriya Pêşîn a 2023yan wekî piştgiriyekê ji bo Xezeyê dest bi mûşekbarankirina Îsraîlê kir û wê jî bersiv da.

Çiriya Paşîn a borî her du aliyan agirbest kir lê bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li başûrê Libnanê berdewam in.

Berpirsên Tel Evîvê dibêjin ku armanca bombebaranên wan çekdar û berpirsên Hizbulahê ne.

Li gorî Tenduristiya Libnanê, ji ber şer herî kêm 4 hezar welatî hatine kuştin û 17 hezar kes jî birîndar bûne.

Her wiha, hejmarek serkirde û fermandarên Hizbulahê jî hatin kuştin ku yê herî diyar Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrullah bû.