Fîdan: Divê YPG niyeta xwe eşkere bike û bi Şamê re li hev bike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku “divê YPG niyeta xwe eşkere bike û bi Şamê re li hev bike”.
Hakan Fîdan li ser pirsgirêka Durziyan jî got, “Pêwîst e bêyî ku yekparçeyiya welat bikeve metirsiyê bi awayekî erênî û bi nêrîneke ku her du alî qebûl bikin were çareserkirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beşdarî bernameyeke zindî ya televîzyona fermî ya Tirkiyeyê bû û li ser pêşhatên dawî yên li herêmê û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivî.
Hakan Fîdan amaje bi wê yekê da ku ragihandina hikûmeta Sûriyeyê di asteke stratejîk de, pêkanîna hilbijartinan û destnîşankirina Meclisa Gel a ku dê 4 salan xizmetê bike, girîng e û got:
“Ji aliyekî din ve, pêwîst e ew hêzên ku gefê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin û metirsiya dabeşbûnê çêdikin, werin rakirin.
Li vir, divê YPG (Yekîneyên Parastina Gel) niyeta xwe bi awayekî eşkere bîne ziman û bi Şamê re li hev bike.
Her wiha pirsgirêka Durziyan a li başûr jî pêwîst e bêyî ku yekparçeyiya welêt bikeve metirsiyê, bi awayekî erênî û bi nêrîneke ku her du alî qebûl bikin were çareserkirin.”
Fîdan diyar kir ku “Îsraîl ew welat e ku xwedî şiyana têkdana rewşa Sûriyeyê ye” û anî ziman:
“Wekî Tirkiyeyê, qebûlkirina rewşeke neheq an jî hewldanên din ên ku bibin sedema dabeşbûna welat ne mimkun e.
Sînorê me bi Sûriyeyê re ye û her tiştê ku li aliyê din ê sînor diqewime, rasterast bi ewlehiya me ya neteweyî ve girêdayî ye.”
“Yekparçeyiya Sûriyeyê”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku pêwîstiya wan bi Sûriyeyeke wiha heye ku yekparçeyiya wê parastî be û yekîtî û hevkariya wê berdewam be û da zanîn:
“Welatên herêmê, di serî de Erebistana Siûdî dê li Sûriyeyê hevkariyê û beşdariyê bidomînin.”
Fîdan tekez kir ku pêwîst e dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê werin rakirin û Yekîtiya Ewropayê jî gavên din biavêje û got:
“Bi vî awayî dê astengiyên li ser darayî û veberhênanê werin rakirin û hejmareke diyar a vegera penaberan dê alîkariya bipêşketina aboriya Sûriyeyê bike.”
Fîdan derbarê paşeroja Sûriyeyê û nêzîkbûna welatên herêmê diyar kir ku ji bo rêgirtina li wan metirsiyên li ser yekparçeyiya Sûriyeyê pêwîst e tedbîrên dîplomatîk werin wergirtin û karê li ser vê yekê berdewam e.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan her wiha anî ziman:
“Li demeke ku paşeroja Sûriyeyê di bin xetereyê de ye, ne veberhênan, ne aramiya siyasî, ne jî vegera penaberan mimkun e.
Ev wekî tevgera li ser axeke bêîstiqrar e û metirsiyeke mezin e û divê çênebe.”
Bi gotina Hakan Fîdan, niha “birêvebiriya Sûriyeyê bihêz û biryardar e û li wir xwedî rewabûneke mezin a niştimanî ye”.
Fîdan destnîşan kir ku cara yekem piştî 50 salan, serokkomarekî Sûriyeyê kariye li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji civaka navneteweyî re biaxive û ev yek wekî “pir girîng” bi nav kir.
Fîdan her wiha ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî dê roja çarşemê biçe serdana Tirkiyeyê.