Hussiyên Yemenê bi mûşeka balîstîk êrîşê Erebîstanê kir

05-11-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Êvara roja Şemiyê (04-11-2017), tevgera Ensarûllah a Hussiyên Yemenê, mûşekekê balîstîkê avêtine Firokexaneya Navdewletî ya Melîk Xalid li Riyada paytexta Erebîstana Siûdî lê hêza esmanî ya Erebîstanê beriya teqînê ev mûşek pûç kirine.

 

Medyaya Erebîstana Siûdî ji ser zarê hêzên esmanî yên wî welatî eşkere kirin, ku sîstema berevaniya esmanî ya welat, li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Melîk Xalid a li paytext Riyadê, mûşekekê balîstîkî yê dûravêj têk birine. Bi gotina berpirsên Siûdî, di vê êrîşê de ti ziyaneke canî nebûye.

 

Nîştecihên paytext Riyadê li ser torên civakî ragihandin, ku duh bi şev dengê teqînan hatiye bihîstîn.

 

Tevgera Ensarûllah a Hussiyên Yemenê berpirsiyariya êrîşê li xwe girtin lê Îstîxbarata Erebîstanê jî amaje bi rola Îranê dike û radigihîne, ku hêz û derfeta Hussiyan nîne bikarin mûşekeke balîstîk çêbikin. 

 

Hussiyên Yemenê şîe ne û Komara Îslamî ya Îranê palpiştî dide wan. Piştî, ku Hussiyan dest danîne ser hikûmeta Sen’a yê, Erebîstana Siûdî li gel welatên din ên erebî li dijî Hussiyan, di nava axa Yemenê de dest bi operasyonê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst