Îxwan Muslimîn ên Misir dixwestin hêzekê ji Qaîde û alîgrên xwe pêk bîne

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê berê yê rêxistina Qaîde Mihemed Twefîq eşkere kir ku Îxwan Muslimîn dixwstin hêzekê binavê “Leşkerên Şoreşgerî” li Misir pêk bînin da bikeve şûna Artêşa Misr de.

Mihemed Tewfîq di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand ku cîgirê rêberê Îxwan Muslimîn ên Misir Xeyret el-Şatir “Dixwest kolîjeke berevaniya niştimanî pêk bîne”.

Tewfîq da zanîn jî ku hêza ku el-Şatir dixwest avabike ji 50 hezar kes pêk dihat “30 hezar ji wan ji şepêla îslamî bûn û 20 hezarê din ji çekdarên Qaîde bûn”.

Navhatî eşkere jî kir ku el-Şatir dixwst vê hêza han pêk bîne da berevaniyê li serokê Misir ê wê demê bike.

Wî endamê Qaîde herwiha eşkere kir ku cîgirê rêberê Îxwan Muslimîn li Misir wê di rêya Rêberê Qaîde Eymen el-Zewahirî re ew 20 hezar çekdar ji Qaîde wergirtibe.

Herwiha Mihemed Tewfîq got: “Refaa el-Tehtawî têkiliyên nnavbera Eymen el-Zewahirî û birayî wî Mihemed el-Zewahirî û Serokê berê yê Misir Mihemed Mursî rêdixistin”.