Îran û Amerîka li Umanê dicivin: Dê krîz çareser bibe?
Hewlêr (Rûdaw) - Îran berî destpêkirina dan û standinên ku biryar e îro li Mesqeta paytexta Umanê werin kirin, daxwaza diyalogeke li ser bingeha "rêzdariyê" kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, "Îran bi çavên vekirî û bibîranîneke xurt a sala borî dikeve nav dîplomasiyê."
Ebas Eraqçî xwest ku li şûna "gotinên vala", soz werin bicihanîn û di dan û standinan de wekhevî, rêzdarî û berjewendiyên hevbeş hebin û got:
"Bila wekhevî, rêzdarî û berjewendiyên hevbeş bibin mercê bicihanînê û bingeha peymaneke herêmî."
Amerîka û Îran ji bo dan û standineke dîplomatîk a hestyar li Umanê amadehiyan dikin.
Ev piştî şerê 12 rojî yê navbera Îsraîl û Amerîkayê ya li dijî Îranê, yekemîn diyaloga her du welatan e.
Ew şer bi êrişên Amerîkayê yên li ser navendên nukleerî bi dawî bûbû.
Şande û dosyeyên li ser maseyê
Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî serokatiya şandeyên xwe dikin.
Washington dixwaze zanibe ka di dosyeyên nukleerî, mûşekên balîstîk û komên nêzîkî Îranê de derfeta çareseriyeke dîplomatîk maye yan na. Ev di demekê de ye ku gefên leşkerî hîn jî didomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê di merasîma "Taştêya Niza ya Niştimanî" de piştrast kir ku dan û standin hene û anî ziman:
"Ew [Îran] dan û standinan dikin. Naxwazin em li wan bidin, me jî hêzeke deryayî ya mezin şandiye wê derê."
Trump her wiha hêvî kir ku Washington û Tehran "bigihin encamekê" lê hişyarî da ku eger peyman çênebe, "dê tiştên xerab biqewimin."
Vebijêrkên Amerîkayê
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance di hevpeyvînekê de ragihand ku Trump hemû vebijêrk vekirî hiştine.
Vance diyar kir ku ew berê hewl didin bi rêya dîplomasiyê bigihin armancên xwe lê eger leşkerî bibe vebijêrka dawî, Trump "dê destê xwe negire."
Vance her wiha dilgiraniya xwe anî ziman ku ew nikarin rasterast bi Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re biaxivin û Îran wekî "cihekî xerîb ji bo dîplomasiyê" bi nav kir.
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ji televîzyona fermî ya welatê xwe re axivî û anî ziman:
"Em ji bo parastinê amade ne. Divê Serokê Amerîkayê di navbera lihevkirin an jî şer de yekê hilbijêre."
Wî hişyarî da ku baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê di bin destê Îranê de ne.
Li hêla din, Supaya Pasdaran a Îranê li sînorê avên Kendavê bi tohmeta "qaçaxçîtiya sotemeniyê" dest danî ser du keştiyên petrolê.
Helwestên navneteweyî
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bangî serkirdayetiya Îranê kir ku ji bo rêlibergirtina şer, bi awayekî cidî beşdarî dan û standinan bibin.
Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku alî dixwazin rê li ber dîplomasiyê vekin û tekez kir ku "şer ne çareserî ye."