Fransa: Pêwîst e li Sûriyeyê mafên Kurdan parastî bin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî bidawîhatina serdana xwe ya li Sûriye, Îraq û Herêma Kurdistanê ragihand ku wan behsa şerê DAIŞê û tevlîkirina leşkerî, îdarî û sivîl a HSDyê kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser platforma Xê nivîsî:

"Serdana min a li Îraq, Bexda û Hewlêrê qediya. Pêşmergeyên wêrek ên Kurd û artêşa federal a Îraqê êrişên li vir Dewleta Îslamî têk bir.

Me bi General Mezlûm û Fermandara Giştî ya YPJyê General Efrîn (Rohilat Efrîn) re, behsa berdewamiya vî şerê me yê li Sûriyeyê, rola ku Kurd li wir dileyîzin û pêvajoya tevlîkirina leşkerî, îdarî û sivîl a wan kir."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di parvekirina xwe de wêneyê xwe yê bi Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrînê re daniye.

Barrot doh gihişt Şamê û bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.

Jean-Noel Barrot li ser mafên Kurdan got, "Pêwîst e biryarnameya serokatiyê ya ji bo naskirina mafê ziman, çand û perwerdeya Kurdî were pêkanîn.

Gelek gavên girîng mane, di nav de diyarkirina berpirsên Kurd a di nav dezgehên dewletê de, rahênana lîwayên HSDyê ve û vegera koçberan."

Bexda

Rawestgeha duyem a Barrot li Bexdayê bû, ew bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re civiya û ragihand:

"Divê hemû alî pêbendî aştiyê bin û şerê dijî terorê bidomînin.

Bi her bihayî be, divê ewlehiya Îraqê were parastin, ji ber ku hêzeke girîng e ji bo herêmê."

Hewlêr

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê piştî Bexdayê hat Hewlêrê.

Wî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihand:

"Em dixwazin çawa ku li Îraqê mafê Kurdan parastî ye, li Sûriyeyê jî parastî be. Hêzên Fransayê û Pêşmergeyan bi hev re dijî terorê şer kir û em dê vê bidomîni."

Jean-Noel Barrot pişt re bi Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî re civiya.

HSDyê li ser vê civînê ragihand: "Hûrgiliyên pêkanîna rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn, berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê û rêyên parastina wan navendên ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan li wan dimînin hatin gotûbêjkirin."

Civîna dawî ya Barrot bi Serok Barzanî re bû.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji Serok Barzanî re ragihandiye:

"Serok Macron silavên taybet şandine û bal kişandiye ser pêwendî û dostaniya dualî û piştevaniya gelê Kurdistanê.”