Li Tehranê teqînên dijwar, Îsraîlê daxuyaniyeke nû da
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li hemberî "binesaziya rejîmê" ya li Tehrana paytexta Îranê pêleke berfireh a êrişên asmanî daye destpêkirin.
Hat ragihandin ku piştî êrişan li herêmên rojhilat û rojavayê Tehranê dengê teqînên gelekî dijwar hatiye bihîstin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî piştrast kir ku li gelek cihên Tehrana paytext teqînên dijwar çêbûne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, li rojhilat û rojavayê bajar pêşî dengê balafiran hatiye bihîstin.
Hemen piştî wê jî yekser teqînên gelekî bihêz rû daye.
Tê diyarkirin ku piştî êrişan ji herêmên stratejîk ên bajar dûkel bilind bûye.
#VÎDEO - Tehran dihêje... Bombeyên Îsraîlê paytexta Îranê dihejînin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 6, 2026
🛑 Îsraîlê dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye#IsraelIranWar #Tahran #USIranWar pic.twitter.com/Mf0QNwx0vU
Hedef binesazî ye
Di daxuyaniya nîvê şevê ya artêşa Îsraîlê de armanca êrişê wekî "tesîsên binesaziyê yên Îranê" hat pênasekirin.
Di daxuyaniyê de li ser çarçoveya êrişan û taybetiyên wan tesîsên ku hatine armanckirin hûrgilî nehatin dayîn.
Lê hat destnîşankirin ku operasyon wekî "pêleke berfireh" hatiye plankirin.
#VÎDEO - Bombeyên Îsraîlê bi ser paytexta Îranê de dibarin... Careke din dûman ji Tehranê bilind dibe#Israel #IranWar #USIranWar #Tahran pic.twitter.com/bHpoaKpoes
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 6, 2026